"111 roj in komkujiya li Roboskî tarî ye"
Demîrtaş: 111 rojin hêj komkujiya li Roboskî tarî ye
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di koma BDP'ê ya Meclîsê de axivî û li ser komkujiya li Roboskî, şertên girtîgehan, rewşa kurdên Sûriyeyê, makeqanûna nû, doza KCK'ê rawestiya. Demîrtaş, anî ziman ku tu armanca hikûmeta AKP'ê ya çareseriyê tune û wiha got: "Li gel ku 111 roj derbas bûn jî hêj hikûmeta AKP'ê komkujiya li Roboskiyê ronî nekiriye. Demîrtaş, anî ziman ku di serî de Osmaniyê Şakranê û gelek girtîgehên din îşkence pêk tê û pêkanîn ji 12'ê Îlonê girantir in. Demîrtaş, bilêv kir ku Serokwezîr Erdogan daxwaze kurdên Sûriyeyê bibin xwedî statu û li ser vê yekê dixwaze dostaniyê bi Esad re dîne.
Demîrtaş, di serî de enfala li ser kurdan bibîrxist û sersaxî ji malbatên kesên di enfalê de jiyana xwe ji dest dane re xwest. Demîrtaş, diyar kir ku 111 roj di ser komkujiya Roboskiyê re derbas bû, lê heta niha tu agahî hêj ronî nebûye. Demîrtaş, anî ziman ku hêj nediyar e çima lêpirsîn ji aliyê Dozgerê Bi Rayeya Taybet tê meşandin û gelek pirsên din hêj nehatine bersivandin.
Nezanîna bersîva pirsan skandal e
Demîrtaş, bilêv kir ku hêj agahiyên Komkujiya Roboskiyê ronî nebûye û wiha got: "Ger ku hikûmet nizanibe kê biryar û ferman dabe rabûna balafiran û kê ferman dabe bombekirinê wê demê ev bi xwe skandal e. Heta erêkirina hikûmetê tune be balafir nikarin bifirin û nikarin metreyekê derbasî sînor bibin. Zagon û makezagon wisa dibêjin. Wê demê divê berpirsiyariya siyasî di destê hikûmetê û AKP'ê de ye. Divê ev hemû pirsên tarî bên bersivandin û ronîkirin."
Demîrtaş: Serokwezîr birîfînf da gerînendeyê çapemeniyê û gef li wan xwar
Demîrtaş, anî ziman ku çapemenî 12 saetan li hemberî komkujiyê bê deng ma û li hemberî fermana hikûmetê tev digere. Demîrtaş, bilêv kir ku ger çapemenî û kesên din hesap ji vê yekê nepirsin ew jî hevkarê komkujiyê ne. Demîrtaş, destnîşan kir ku heta kujerên komkujiya li Roboskiyê neyê ronîkirin û hesap neyê pirsîn dê destûr nedin dosya bê girtin."
Pirsgirêka herî mezin girtîgeh in
Demîrtaş, anî ziman ku girtîgehên ku pirsgirêkan nejîn tune tune ye û wiha got: "Bi taybetî li girtîgehên Sîncan, Şakran, Tekîrdag, Osmaniye û girtîgehên din binpêkirin di asta herî jor de ye. Girtî rastî îşkenceya fîzikî û derûnî tên. Bi hezaran û 10 hezaran girtî rastî îşkenceyê tên. Girtîgeha Osmaniyê soz da ku şertan baş bike. Em dê bişopînin. Pêkanînên 12'ê Îlonê, niha li Osmaniyê pêk tên. Ji ber ku rojane riya xwe kur nekiriye, ji bo ku li rexê dîwar nemeşiya ye. Niha wezareta Dadê soz daye ku pirsgirêkan çareser bike. Em dê bişopînin. Li Girtîgeha Şakranê ya Îzmirê jî pêkanînên dijmirovahî pêk tên. Bi taybetî jinan û malbatan tazî dikin û li ser wan lêgerîn dikin. Girtî ji ber dirûşmeyan 3 mehan rastî ceza tên, ji ber daxwazname dane salekê rastî cezayê nameyê tên. Girtîgeh vegeriya ye bombeya li ber teqînê. Divê Wezareta Dadê van rastiyan baş bibîne."
'63 rojin zêdeyî 2 hezar girtî ji bo tecrîda li Îmraliyê di girevê dene'
Demîrtaş, da zanîn ku zêdeyî 2 hezar girtî ji bo daxwazên civakî, tecrîda li girava Îmraliyê, operasyonên siyasî û leşkerî û daxwazên gelê kurd 63 rojin di grevê dene û wiha got: "Hem li Tirkiyeyê û hem jî li Ewropayê çalakiya gireva birçîbûnê didome. Berpirsiyarê vê yekê hikûmeta AKP'ê û bêdengiya Ewropayê ye."
Demîrtaş, bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û wiha berdewam kir: "Di 15'ê Adara 2011'an de li Sûriyeyê îsyanan dest pê kir, lê li gel ku heta 15'ê nîsanê îsyana gel dike dîsa Serokwezîr Erdogan bi Esad re protokolan îmze dike. Di mijara Sûriyeyê de Tirkiye şaş nêzî mijarê dibe. Ewropa, Amerîka û Îran rehet e, lê Tirkiye pirsgirêkan dijî."
'Çima em bi Ozbekîstanê de dibin yek, çima kurdistan bi perçeyên din re nebin yek?'
Demîrtaş, helwesta AKP'ê ya li hemberî çareseriyê jî rexne kir û wiha pêde çû: "Serokwezîr li Çînê li dijî Sûriyeyê bêyî ku meclîsê, wezîrê xwe û civakê agahdar bike dixwaze şer îlan bikin." Demîrtaş, Serokwezîr Erdogan rexne kir û anî ziman ku li dijî Sûriyeyê di nava nakokiyan de ye û wiha got: "Ji bo gelê kurd nebin xwedî statu, dixwaze li herêmê tamponê ava bike. Herêmê dagir bike. Dixwaze gelê kurd ê li Sûriyeyê ji mafê xwe bê par bin. Çima em Kurdistan bi perçeyên din re nebin yek milet. Çima em bi gurçîstan û ozbekîstan re dibin yek bilet, çima gelê kurd nebin yek."
'Tu di dostaniya gelan de bi ser neket'
Serokwezîr ji bo kurd nebin xwedî maf û stadu di nava şer û hewldanan de ye.
Li Tirkiyeyê li dijî Sûriyeyê êrîş pêk tên. Tê gotin ku alîkariyên lojîstik û çekan ji Sûriyeyê re dişîne. Dostaniya Serokwesîr û Esad li ser perçekirina kurdan pêş dikeve.
Divê rejîm bê guhertin, lê bi hêza gel
Demîrtaş, anî ziman ku divê rejîma herêmê bê guhertin, lê divê li ser daxwaz û hêza gel rejîm bê guhertin. Demîrtaş, bilêv kir kesên dibêjin 'Şaşiya me li Iraqê kir em li vir nekin' divê dîsa bifikirin.
'Niha 7 hezar girtî her yek 5 sal bêyî darizandin hatine cezakirin'
Demîrtaş, darizandina siyasetmedarên kurd jî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Doza sereke ya KCK di aliyê rastiya Tirkiyeyê de sembol e. Parlementer, şaredar, endamên partiyê û ciwanên BDP'ê 3 salin girtî ne. Lê hêj nikarin bi zimanê zikmakî parastinê bikin û nikarin xwe biparêzin. 3 salin hiqûq nayê meşandin. 3 salin tu gav neavêtiye. Niha bi vî halî 5 sal ceza bê darizandin hatiye înfazkirin."
'Hişmendiya hemû dadgehan yek e'
Demîrtaş, bilêv kir ku hişmendiya dadgehên îstîklalê, dadgehên dewletê, dadgehên bi rayeya taybet hemû yek e û wiha axivî: "Rêbaz û nav hatiye guhertin, lê feraset û hişmendi nehatiye guhertin." Demîrtaş, anî ziman ku waliyên herêmê yên Amed, Riha, Êlih, Dêrsim û bajarên din stantên îmzeyan ên daxwazên kurdan ku ji statu, rêxistinbûn, nasname û perwerdehiya zikmakî pêk tê li welatiyan qedexe kiriye û ev li dijî hiqûq û demokrasiyê ye.
Demîrtaş, destnîşan kir ku hikûmet ji bo ji avakirina makeqanûnan bireve serî li hemû rê û rêbazan dide.
(mae)
