1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 11 Cangoriyên azadiyê li Efrînê hatin oxirkirin
11 Cangoriyên azadiyê li Efrînê hatin oxirkirin,11,cangoriyên,azadiyê,li,efrînê,hatin,oxirkirin

11 Cangoriyên azadiyê li Efrînê hatin oxirkirin

A+ A-

EFRÎN – Li Kantona Efrînê bi hezaran kesî cenazeyên 11 cangoriyên azadiyê oxir kirin.

Bi hezaran welatiyên Efrînê cenazeyên 11 şervanên YPG/YPJ’ê yên ku di bersivdayîna êrîşên komên çete yên girêdayî koalisyona Sûriyê û bermahiyên ENKS’ê yên li dijî bajaroka Til Rifat û noqteya Birad a gundê Eyîn deqne yên di 24’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest dane, ji nexweşxaneya Avrîn a Efrînê girtin û ber bi goristanên şehîd Refîk a navçeya Şera û goristana Şehîd Seydo ya navçeya Cindirêsê ve birin.

Di merasîma oxirkirinê de bi hezaran şêniyên Efrînê, endamên saziyên sivîl ên Efrînê û şêniyên herêmên Şehbayê, beşdar bûn. Beşdaran wêneyên têkoşeran, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ’ê û TEV-DEM’ê hilgirtibûn û diruşmeyên ‘Şehîd namrin’, berz dikirin.

Goristana Şehîd Refîq

Pişt ku kawranê wesayitan gihişt goristana Şehîd Refîk, bi sedan şêniyên navçeyên Şera, Şêrawa û Bilbilê li bendê bûn û darbestên têkoşeran bi tilîlî û diruşmeyan pêşwazî kirin.EFRIN-MERESIMA-11-SEHID (3)

Piştî ku darbestên 8 têkoşer ’ Rûla Miho (Denîz Egîd), Cegîra Erselan (Şaristan), Munzûr Reşîd (Rûstem Efrîn), Îbrahîm Xerfan (Soro Şêrawî), Ocelan Oso (Kendal Botan), Hisên Mihemed (Hisên), Nezmî Îsmayîl (Fedekar Çiya) û Mehmûd Mihemed (Kurdo Efrîn), derbasî goristanê hatin kirin, endamên HPC merasîmeke leşkerî lidar xistin.

Piştre cîgira Serokê Desteya Parastinê yê Kantona Efrînê Dîcle Hisên axivî û got: “ Van qehremanan ji bo xêzkirina riya azadiyê ji bo gelê xwe û parastina rûmetê canê xwe feda kirin.”

Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa jî axivî û ev tişt anîn ziman: “ Dewleta Tirk her çiqas destek bide komên çete jî wê nikaribe ku destkeftiyên pêkhateyan têk bibe.”

Paşê jî belgeyên Şehadetê yên 8 têkoşeran hatin xwendin û teslîmî malbatan hatin kirin.

Paşê jî cenazeyên cangoriyan di nava tilîlî û diruşmeyan de hatin spartin.EFRIN-MERESIMA-11-SEHID (6)

Li goristana Şehîd Seydo

Li vir jî bi sedan şêniyên navçeyên Cindirês, Mabeta, Şiyê û Raco jî karwanê hersê têkoşer Oriya Elî (Evîn Şervan), Dêrsim Weqas (Dêrsim) û Aldar Sîno (Zindan Efrîn), pêşwazî kirin.

Li vê der jî şervanên YPG/YPJ’ê merasîmek leşkerî lidar xistin.

Di merasîmê de Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm axivî û di kesayeta hersê têkoşeran de, hemû têkoşerên azadiyê bi bîr anîn.

Di dawiya merasîmê de belgeyên şehadetê yên hersê têkoşeran hatin xwendin û di nava diruşmeyan de, spartin axê.

(dm)

ANHA