1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 11 kes ji 'Doza KCK'ê' hatin girtin
11 kes ji 'Doza KCK'ê' hatin girtin,11,kes,ji,doza,kck,ê,hatin,girtin

11 kes ji 'Doza KCK'ê' hatin girtin

A+ A-

Li Edeneyê ji 17 kesên di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Edeneyê Zekî Karataş û nûçegihanê me Hamdullah Keser jî bûn jê 2 li dozgeriyê û 4 jî li dadgehê serbest hatin berdan û 11 kes jî bi îdîaya "Di rêxistinbûna KCK'ê de cih girtiye" hatin girtin.

Li Edeneyê 4 roj berê di serdegirtina malan, li otogarê û bajarên derve di çarçoveya "Doza KCK''ê de 17 kes hatin binçavkirin. 17 kesên ku Seorkê BDP'ê yê bajêr Zekî Karataş, Cîgirê BDP'ê ya bajêr Esma Ece, Serokê BDP'ê yê navçeya Seyhanê Refîk Bayav, Saymanê BDP'ê Mahmut Îşlek, endamên BDP'ê Sebahat Meşe, rêvebirên BDP'ê Cîhan Kiran, M. Tayyîp Yildiz, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan ya Dîcle (DÎHA) Hamdullah Keser, Nûnerê Rojanameya Azadiya Welat yê berê yê Edeneyê Şehmus Kabak, û xebatkarê rojnamê Newal Aydin, rêvebirê TUHAYDER M. Emîn Oruç, melêyên emekdar Mehmet Bozhan, Îsa Turan, Mecît Er, Huseyîn Guloglu, Musa Ertaş, Murat Kurt piştî ku îfadên wan li miduriyeta polîsan xilas bûn sewqî Edliya Edeneyê kirin. 17 kesan piştî îfade dan dozgeriyê Mahmut Îşlek û Sebahet Meşe serbest hatin berdan û 15 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 15 kesên sewqî dadgehê hatin kirin Serokê BDP'ê yê navçeya Seyhanê Refîk Bayav, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan ya Dîcle (DÎHA) Hamdullah Keser, Mele Îsa Turan û xebatkarê belavkariya Firatê yê berê serbet hatin berdan, 11 kes jî bi îdîaya "Di rêxistinbûna KCK'ê de cih girtiye" hatin girtin. DÎHA (mae)