11 salî kirin endamên rêxistina çekdar
Daraza Tirkiyeyê zarokên 11-12 salî kirin endamên rêxistina çekdar
SERKAN KURT
MÊRDÎN (DÎHA) - Der barê 6 zarokên ku 2 sal bere li navçeya Nisêbîne ya Mêrdînê ketin nava zeviya bi mayîn û hatin girtin bi îdîaya "Endamêrê rêxistina çekdar in" doz hat vekirin. Malbatan bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku çawa zarokên 11-13 salî dibin endamên rêxistina çekdar? û bertekên xwe anîn ziman.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê komek zarok ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hevdîtina bi parêzeran re ateng bike di 12'ê Îlona 2011'an deçakî pêk anîbûn. Piştî çalakiyê di navbera komê û polîsan de pevçûn derketibûn. Polîsan komek zarok ajotin ser sînorê bi mayin. Zarokên di navbera polîs û zeviya bi mayin de asê man hatin binçavkirin. 16 zarok ji aliyê polîsan ve bi ledanê hatibûn binçavkirin û rastî lêdanê hatibûn. Di lêpirsîna 16 zarokan de dozger der barê pêdivî bi lepirsinetune dabû. Lê pişt re Serdozgerê Komarê Selamî Solak, der barê 6 zarokên ku di nava dosyaya lêpirsîne de cih digirin bi îdîaya "Endamê rêxistina çekdarî ne", "Li dijî xala 2911'an a meş û xwepeşandanan" û "Propaganda rêxistine kirine" doz vekir. Dozger xwest zarok bên cezakirin.
Zarokê bi navê E.A. di 1'ê Hezîrana 1998, A.D. di 20'ê Îlona 1999, S.B.di 21'ê Adara 1999, S.Ç. di 10'ê Îlona 1999, D.A di 7'ê Tîrmeha 1998 û A.O. jî di 31'e Tîrmeha 1997'an de ji dayik bûne. 6 zarokên ku ji "Endamtiya rêxistina Çekdarî" doz li wan hat vekirin disa zagona TMK'ê ani hiş û bîra mirovan. 6 zarokên ku li dadgeha zarokan a Asliye Ceza ya Nisêbînê bê darizandin nişan dide ku pergala darazê nehatiye guhertin.
Rûniştina ewil di 21'ê Sibatê de ye
Dozgerê der barê zarokan de wekî delîl tenê dane û daxuyaniyên polîsên Midûriyeta Nisêbîne nîşan dide. Rûniştina doza der barê 6 zarokan de hatiye vekirin de 21'ê Sibatê de li Dadgeha Asliye Ceza ya Nisêbînê bê dîtin.
'Ger ku mafê zarokan hebe çima doz li wan tê vekirin?
Bavê A.D. (13) Ahmet D. bertek nîşanî dozê da û wiha got: "Zarok ji ber polîsan reviyan û di navbera polîs û zeviyên bi mayin de asê man. Zarok piştre bi lêdanê hatin binçavkirin. Dema di 2011'an de zarok hatin binçavkirin temenê wan 11 û 12 salî bûn. Niha bi îdîayên balkêş doz li wan vedibe. Em dipirsin û dibêjin zarokên 11-12 salî çawa dibe endamê rêxistina çekdar. Niha li Tirkiyeyê behsa mafên mirovan û behsa mafên zarokan dikin. Ger ku wisa be çima niha dozê li zarokan vedikin û dixwazin bên cezakirin. Dayika E.A. (14) Salîha A. jî bertek nîşanî darizandina zarokan da û wiha got: "Kurê min 2 sal berê 12 salî bû, dema ji bo nan bistîne çû marketê. Lê dema çû marketê rastî êrîşa polîsan hat û hat binçavkirin. Kurê min dema ji ber êrîşa polîsan reviya di nava zeviyên bi mayin de asê ma û hat binçavkirin. Niha çawa dibe ku kurê min sûcdar e. Em nizanin ku li dadgehê çawa îfade jî daye. Zarokekî 12 salî çawa dibe ku bibe endamê rexistinê."
(mae)
