1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 138 sivil kuştin 912 jî birîndar kirin
138 sivil kuştin 912 jî birîndar kirin,138,sivil,kuştin,912,jî,birîndar,kirin

138 sivil kuştin 912 jî birîndar kirin

A+ A-


HELEB-HEJMARA-KOSTIYA-1381

NAVENDA NÛÇEYAN – Berfin Roj: Di êrîşên komên çete yên girêdayî opozîsyona Suriyeyê ku ev 7 meh in dom dikin û cîhanê çavên xwe lê girtine de, heta niha 138 sivîl hatin qetilkirin û 912 kes jî birîndar bûn.

Taxa Şêxmeqsud a Helebê ev nêzî 7 mehan e bi êrîşên komên çete yên bi navê Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî re rû bi rû ye. Di êrîşên van komên girêdayî opozîsyona Suriyeyê de heta niha ziyaneke gelekî mezin a can û mal çêbûye.

Piraniya şêniyên taxê kurd in, lê ji destpêka şoreşa Suriyeyê ve wekî cihê aramî û ewlekariyê tê dîtin. Lewma ji gelek taxên din ên bajar, bi deh hezaran kesên ji pêkhateyên ereb, tirkmen ku ji ber şer û pevçûnan reviyane jî, xwe spartin vê taxê. Li taxa ku ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve tê parastin, hemû pêkhateyan bi hevre ji bo rêvebirina taxê meclîsek hevbeş ava kirin û ji pêşwazîkirina pêdiviyan heta perwerdeyê gelek xebat meşandin.

Taxa ku bi vê renginiya xwe bû numuneyek Suriyeya pêşerojê, di heman demê de li pêşiya derdorên ku planên li Helebê hene jî bû kelem. Lewma van komên girêdayî hêza ku xwe wekî opozîsyona Suriyeyê binav dike, dest bi êrîşan kirin.HELEB-HEJMARA-KOSTIYA-1382

Êrîşên li ser taxê di sala 2012’an de destpê kirin û hertim bi rengekî demdemî dewam kirin. Lê ji 22’yê îlona 2015’an ve zêdetir bûn û ji 16’ê Sibata 2016’an ve bi dijwarî didomin.  Di van êrîşan de jî sivîl hedef hatin girtin û bi sedan jiyana xwe ji destan, bi sedan jî birîndar bûn.

Di êrîşên di navbera 22’yê îlonê û 28’ê mijdara 2015’an de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 58 jî birîndar bûn.

Ji 28’ê mijdara 2015’an heta 16’ê sibata 2016’an jî, 20 kes hatin qetilkirin û 159 kes jî birîndar bûn.

Di navbera 16’ê Sibatê û 5’ê nîsana 2016’an de, ji ber êrîşên komên çeteyan 72 kesan jiyana xwe ji dest dan, 564 kes jî birîndar bûn.

Ji 5’ê nîsanê heta 13’ê nîsana 2016’an ku êrîşên herî dijwar pêk hatin jî, 31 kesan jiyana xwe ji dest dan, 140 kes jî birîndar bûn.HELEB-HEJMARA-KOSTIYA-1383

32 zarok, 42 jin 

Di êrîşên 16’ê sibatê heta 13’ê nîsanê de, ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 32 zarok, 42 jî jin in. Her wiha ji birîndaran jî 233 zarok, 257 jî, jin in.

(a)

ANHA

HELEB-HEJMARA-KOSTIYA-1384 HELEB-HEJMARA-KOSTIYA-1388 HELEB-HEJMARA-KOSTIYA-1389 HELEB-HEJMARA-KOSTIYA-13810 HELEB-HEJMARA-KOSTIYA-1385 HELEB-HEJMARA-KOSTIYA-1386 HELEB-HEJMARA-KOSTIYA-1387