13 girtî 46 rojin di greva birçîbûnê de ne
13 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kir derbasî roja 46'an bû
13 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kir derbasî roja 46'an bû. Serokê TUHA-DER'a Edeneyê Ahmet Dogan têkildarî mijarê de axivî û wiha got: "Hevalên me pirsgirêkên tendurîstî yên gelek cidî dijîn û rewşa wan li ber talukeyê ye."
Girtiyên li Girtîgehan Tîpa T a Osmaniyeyê yên bi navê Bazî Aslan, Mustafa Îlgen, Îlhan Keklîk, Mehdî Edîş, Osman Bozkurt, Îdrîs Nulîfer, Aslan Îlhan, Lokman Gul, Alî Manas, Haci Aydin, Erdal Çelebî, Reşît Taş û Emîn Yildiz bi armanca binpêkirinên mafên mirovan şermezar bikkin di 21'ê sibatê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin. Çalakiya 13 girtiyan berdewam dike.
Serokê Komeleya Malbatên Hikûmxwar û Girtiyan a Edeneyê (TUHA-DER) Ahmet Dogan, diyar kir ku wî duh li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniye hevdîtin pêk anîn. Dogan, anî ziman ku 13 girtî ji bo pêkutiyên keyfî yên rêveberiya girtîgeh û binpêkirina mafên mirovan şermezar bikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêden û dorvenger kirin û çalakî di roja 46'an de ye û wiha got: "Hevalên me ji bo pêkutiyên li girtîgehê şermezar bikin çalakiyê li dar dixin û çalakiya wan berdewam dike. Heta pêkutiyên keyfî û binpêkirinên mafên mirovan bi dawî dibin dê çalakî berdewam bike. Hevalên me têkildarî daxwazên xwe bi midûrê girtîgehê re hevdîtin kirin. 2'yemîn midûrê girtîgehê Îbrahîm ji hevalên me re got 'Xwîndariya me bi we re heye' Niha li girtîgehê mufetîşek têkildarî tiştên hatin jiyîn de lêkolînê dike. Rewşa hevalên me ya tendurîstî gelek cîdî ye û talukeya mirinê heye. Hevalên me dibêjin heta daxwazên wan tên qebûlkirin dê çalakiya wan berdewam bike."
(bd)
