1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 14 çete hatin kuştin
14 çete hatin kuştin,14,çete,hatin,kuştin

14 çete hatin kuştin

A+ A-

KOBANÊ – Hat zanîn ku di encama pevçûnên duh ên di navbera Ceyîş El-Siwar û çeteyên koalisyona Sûriyê ku bermahiyên ENKS’ê jî di nav de ne de , 14 çete hatin kuştin.

Çavkaniyekî taybet ji bajarê Ezazê ji ANHA’yê ra ragihand ku di encama pevçûn ku duh li ser êrîşên çeteyên koalisyonê destpê kirin de, 14 çeteyên hatine kuştin.

Çavkanî navên kesên ku hatine kuştin wiha rêz kirin: “Mihemed Rebî El-Meserî, Ebdella Ehmed El-Meryemînî, Ebdilfettah Hec Qedûr, Amir El-Hesen El-Şêx Nayif, Elî Ebdo Behlûl, Emmar Mihemed El-Berbûrî, Elaa Ebdella Qedûr, Reed Îbrahîm Faris, Mecid Osman, Taha Hemşo, Ehmed Mihemed El-Dec, Mihemed Ehmed El-Xetîb, Mihemed Ehmed El-Xetîb, Emar Ehmed Stêf û Yasir Adidl El-Derbas.’

Çavkanî da zanîn ku di heman pevçûnan bi dehan çete birîndar bûne.

Hat zanîn ku di dema dawî de, gelek alîkariya çekan û cebilxaneyê ji Idlibî ji aliyê komên çete yên bi navê Ceyîş El-Nesir, Ceyîş El-Tehrîr, El-Firqa El-Şîmaliye, ji aliyê çeteyên bi xwe weke Odeya Fetih Heleb bi nav dikin re hatiye şandin.

Ceyîş El-Siwar jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku çeteyan ji sê aliyan ve êrîşî çeperên wan ên li gundê Merenaz, bajaroka Til Rifat û Eyîn Deqne kirine. Wan bersiv dan van êrîşan û derbeyên giran li çeteyan xistine.

(dm)

ANHA


Bêjeyên Miftehî