1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 16 kes hatin desteserkirin
16 kes hatin desteserkirin,16,kes,hatin,desteserkirin

16 kes hatin desteserkirin

A+ A-

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, polîsan şevê din bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 16 kes bkinçavkirin.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan, şevê din saet di navbera 01.00 û 04.00'an de bi ser gelek malan de girt. Polîsên bi rûpoş di serdegirtina malan de cam û deriyên malan şikandin û ketin hundiran. Polîsan piştî li malan legerîn pêk anîn, welatiyên bi navê Cîhan Işik, Ridvan Duman, Evliya Çogaç, Muhammet Aslan, Cevat Yurtseven, Suat Atîlla, Zana Abî, Riza Bozkurt, Zafer Kutluk, Tefik Evîn, Abdulselam Bartin, Recep Terzîoglu, Ersîn Altan, Halîl Îbranîm Mengeş, Ferhat Subaşi û Mehmet Altiner, hatin binçavkirin. 16 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Geverê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Hate zanîn ku der barê gelek kesan de jî biryara lêgerînê heye.

(mae) DÎHA


Bêjeyên Miftehî