'17 sal derbas bûn kujerên Gaziyê li ku ne?`
17 sal di ser komkujiya welatiyên elewî ya li taxa Gaziyê ku di 12'ê Adara 1995’an de pêk hat re derbas bû. Li taxa ku wê demê polîsan her ji 15 mîtroyan carekê kontrola nasnameyê dikir, êrîşkaran 5 qehwexane û pastexaneyek gulebarankirin û bi rehetî ji taxê derketin. Şahid û parêzerên kuştiyên komkujiya "bi destê dewletê pêk hat" diyar kirin ku kesên fermana komkujiyê dan niha li kune? û xwestin berpirsiyar û kujer bên darizandin.
Di ser komkujiya elewiyên Gaziyê ku di 12'ê Adara 1995'an de hatin qetilkirin re 17 sal derbas bû. Lê li gel ku 17 sal derbas bûn hêj kujer nehatine darizandin. Di sala 1995'an de li herêmê gund dihatin şewitandin û valakirin. Welatî dihatin binçavkirin, girtin û kuştin. Gelek welatî jî ji ber zilm û zordariya dewletê neçar diman ku koçî metrepolan bibin. Li aliyekî li herêbê bûyerên girtin, kuştin û valakirina gundan pêk dihat. Li aliyê din di 12'ê adara 1995'an de li taxa Gaziyê ku herî zêde kurd û elewî lê dijîn, êrîşa çekdarî pêk hat. 12'ê Adarê 17'emîn salvegera komkujiya Gaziyê ye. Di komkujiyê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dabû û bi sedan kes birîndar bûbûn. 17 sal berê li taxa Gaziyê ku polîsan her ji 15 mîtroyan carekê nasname kontrol dikirin, kujerean 5 qehwexane û pestexaneyek da ber guleyan û 22 kes kuştin. Ji ber ku kujerên 22 kes kuştin û bi sedan kes birîndar kirin nehatin girtin, gel rabû ser piyan û çalakî pêk anîbûn. Li hemberî vê yekê panzêrên polîsan ketin nava girsê û mudaxaleyên hişk pêk anîbûn. Şahidên bûyerê anîn ziman ku dewletê heta niha kujer ronî nekirine û berpirsiyar rayedarên dewletê ne. Şahidan, diyar kirin ku 17 sal di ser bûyerê re derbas bû, lê hêj kujer nehatin cezakirin.
Li taxa Gaziyê saet di 21.00'ê 12'ê Adara 1995'an de li dijî welatiyên li qehwexaneyê Dostlar, Cîhan, Yavuz, Kardeşler, Doguyê û pestexaneya bi navê Saricioglu pêk hat. Êrîşkarên ku bi wesayita pilakeya wê 34 TCJ 86 hatin cihê bûyerê, li qehwexaneya Dogu Halîl Kaya kuşt. Pişt re ajokarê bi navê Mesut Efe jî kuştin. Êrîşkaran li gel ewlehiya polîsan di şeva şekem de welatiyek kuştin û 5 kes birîndar kirin. Êrîşkar bêyî ku bên girtin ji taxê reviyan. Piştî vê bûyerê gel derketin kolanan û rastî êrîşên polîsan ên xedar hatin. Piştî roja duyem hate hînbûn ku di bûyeran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes birîndar bûn.
Şahidê bûyerê Şefket Yavuz der barê serpêtiyên xwe yên wê rojê de axivî û wiha got: "17 sal berê texsiya ser hat ber deriyê qahwexanê û bi ser gel de gule beranadin. 2 polîsên ku wekî bersûc li li Dadgeha Cezayê Giran a Trabzonê hatin darizandin bi tevahî rastî 4 sal û 32 roj hatin. Lê ji ber karmendê dewletê bûn nehatin girtin. Malbatan di rûniştinên dozê û serlêdanan de Serokwezîra wê demê Tansu Çîller, Necdet Menzîr berpirsiyar girtin.
'Ez her 12'ê Adarê bi xemgînî bibîr tînim'
Şahid, mexdûr û parêzerên bûyerê pirsa "Bila qatil yên we bin, kesên fermana bukujin dan li kune?" pirsîn. Mexdûr û xwediyê qahwexaneya Gaziyê Şevket Yavuz ku 40 sal berê ji navçea Zara ya Sêwasê koçî Gaziyê kir û 17 sal berê rastî komkujiyê hat anî ziman ku kesên xwediyê rihê wekî sûcdan nêzî wan bûn û pişt re rastî komkujiyê hatin. Yavuz, anî ziman ku dema wê şêvê qahwexaneya wan tip tije bû li dijî wan êrîşa çekdarî pêk hat û wiha berdewam kir: "Dema piştî bûyerê em çûn qereqolê, tenê li qereqolê polîsek hebû. Piştî ku polîs ketin nava liv û tevgerê polîsan taxa gaziyê bi panzeran kir bin dorpêçê. Dema min xwest berpirsiyar bên girtin, polîsan bi çavên sucdar nêzî min bûn." Yavuz, destnîşan kir ku di komkujiyê de bi dehan kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.
Yavuz, bilêv kir ku beriya bûyerê 15 roj berê kesên xerîb bi texiyê dihatin li taxê keşif dikirin û li taxê çavdêrî dikirin û wiha berdewam kir: "Dema komkujî pêk anîn cenazeyên kesên hatin kuştin nedan me. Pişti me çalakî pêk anî û serî hilda me cenazeyên xwe girtin. "
Dayika Zeynep Poyraz a 25 salî Menekşe Poyraz, jî anî ziman ku 17 salin li edeletê digerin û wiha got: "Kujerên zarokên me dewlet e. Keça min miroveke herî baş bû. Ew di 25 saliya wê de ji min girtin û xistin axê. Dewletê zarokên me bizanêbûn gulebarandin. Ez tu carî vê dewletê efû nakim. Ez dê heta mirinê li pey kujeran bigerin û hesap ji wan bixwazim.
'Lin Tirkiyeyê hiqûq tune' Bavê Sezgîn Engînê 8 salî Muhammet Engin jî anî ziman ku di 12'ê Adarê de êşên wan dîsa tev radibin û wiha got: "Li tirkiyeyê hiqûq tune. Ji ber vê yekê dê qet qatilê zarokên me neyên darizandin."
Engin da zanîn ku kurê wî Sezgîn wê şeva bûyerê ji bo rojnameyê bigire dema derket kolanê gule li piyê wî ket û ji ber xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da û wiha axivî. "Kesên kurê min kuştin 18 meh şûnde serbest hatin berdan. Em li dijî vê neheqiyê têdikoşin. Wekî ku me kuştin pêk anîbe û qekî me komkujî pêk anîbe hêj bi ser malê me de digirin.
'Bêedaleti didome'
Keyaye taxê Nevzat Altun jî anî ziman ku rayedar tenê daxuyaniyên populist didin û tiştekî nakin. Altun, destnîşan kir ku ger wîjdan hebûna û edalet hebûya dê kujer hatibûna darizandin û wiha got: "Bêedaletî hêj didome. Her kes baş dizane uk ev ne karê 3-4 kesan e."
(mae)
