1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 18 girtî hatin sirgunkirin
18 girtî hatin sirgunkirin,18,girtî,hatin,sirgunkirin

18 girtî hatin sirgunkirin

A+ A-

Piştî sirgunên Girtîgehên Tîpa E û Tîpa D a Amedê li Girtîgeha Mêrdînê jî girtî hatin sirgunkirin. Di pêvajoya ku operasyonên siyasî didomin de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 18 girtî sirgunê girtîgehên Deryayareş hatin kirin û hate zanîn ku heman rewş li Girtîgeha Tîpa M a Mîdyadê jî qewimî ye.

Ji Girtîgehên Tîpa E û Tîpa D a Amedê 130 girtî sirgunê girtîgehên Gîresun û Rîze û girtîgehên din ên herêma Deryayareş hatibûn kirin. Piştî van sirgunan ji Gîrtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî 18 girtî sirgunî girtîgehên Trabzon û Rîzeyê hatin kirin. Li gorî agahiyan duh serê sibehê gardîyanan bi ser qewişên girtiyan de girtin. Piştî serdegirtinê 18 girtî hatin sirgunkirin. Heta niha li gel ku li girtîgehan cih nema bû jî balkêş e sirgunên bi vî rengî li herêma Deryayareş nehatibûn kirin.

Ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiyên bi navê Eyup Yaşar, Cahît Tamur, Mustafa Urek, Ahmet Koç, Orhan Yuzal, Yahya Guneş, Abdulkadîr Yurcu, Ferhat Ruhiye, Mehmet Koç, Murat Eser, Tuncer Alî Atan, Hasan Îskanoglu, Tayfun Tamur sirgunê Girtigeha Tîpa E ya Trabzonê, girtiyên bi navê Faysal Tunç, Edîp Erdem, Abdulkerîm Avşar, Oncu Peker û Riza Kazici jî sirgunî Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê ku bi îşkenceya "odeya singer" û "Tîma A" hatibû rojevê hatin kirin. Sirgunkirina girtiyan malbatan mexdûr dike.

Piştî daxuyaniya Serokwezîr Tayyîp Erdogan a "me ji bo niçikên wan ên siyasî niyeta baş nîşan da" pekhatina van sirgunan fikarên dê operasyonên nû bên lidarxistin derdixe holê.

Girtiyên ku bi vê terora sirgunê re rû bi rû man li dijî van pêkanînan nerazîbûn nîşan dan. Girtiyên PKK'î bi riyên malbatên xwe daxuyanî dan û diyar kirin ku dewlet weke berdewama polîtîkayên xwe yên bêdengkirinê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê pêk tîne. Girtiyan di daxuyaniya xwe ya bi riya malbatan de wiha gotin: "Sirgunên ku midûrên girtîgehê û gardiyan jî parçeyekî vê ne di 22'yê tîrmeha 2011'an de xistin dewreyê. 18 girtiyên şoreşger bêyî ku agahiyê bidin malbatên wan sirgunî girtîgehên Rîze û Trabzonê yên herêma Deryayareş hatin kirin. Em van sirgunên ku armanca wan bêzarkirina girtiyên şoreşger in şermezar dikin û dibêjin ku ev polîtîka ku caran bi ser nakeve. berovajî vê yekê daxwaz û biryara me ya têkoşînê zêde dike."

Ji Midyadê jî sirgun hene

Li aliyê din hate zanîn ku ji Girtîgeha Tîpa M a Midyadê jî girtiyên siyasî hatine sirgunkirin lê çend kes in an jî birine kîjan girtîgehan agahî nehat girtin. Welatiyê bi navê Halîm Dayan diyar kir ku birayê wî Îlhamî Dayan e ku li Girtîgeha Tîpa M a Midyadê ye hatiye sirgunkirin lê nayê zanîn ku ew birine ku derê. dayan got ku ew ji jiyana birayê xwe bi fikar in. Dayan anî ziman ku ji bilî birayê wi gelek girtiyên din jî hatine sirgunkirin lê îdareya girtîgehê der barê sirgunan de agahiyeke fermî nedaye. Dayan got ku ew ji ber vê rewşê bi fikar in û banga bihistiyariyê kir. DÎHA (sa)


Bêjeyên Miftehî