1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. 19 sal berê îroj bû!..
19 sal berê îroj bû!..,19,sal,berê,îroj,bû

19 sal berê îroj bû!..

Wekîlên Kurd ên beriya 19 salan Meclîsê ji hêzê xistin!

A+ A-

Alî Bariş Kurt Dîrok; 2 Adar 1994. 19 sal bi ser derbeya 2’yê Adara 1994’ê re derbas bûn. 19 sal berê parlementerên Kurd ên DEP’ê piştî lijneya giştî ya Meclîsê bi lez û bez hatin binçavkirin û paşê hatin girtin. Hişmendiya binçavkirin û girtina siyasetmedarên Kurd hîna jî didome.

Bi daxwaza Serokwezîra wê demê Tansû Çîllerê Meclîsa Tirk civiya û mafê destnedanê ya parlementerên Kurd meclîs civiya. Yekem rûniştina yekbûna 78’emîn û demjimêr 13.00 bû. Roje dosyayên destnedanê bû. Deng hatin dayin...

2’ê Adara 1994’ê Lijneya Giştî ya Mecllîsê ji bo rakirina mafê destnedanê ya parlementerên DEP’ê civiya û encam weke dihat payin bû. Wê demê jî çapemeniya Tirk a sereke careke din li pey dijminahiya Kurdan.DYP û ANAP’ê ji bo dijminahiya Kurdan li hev kirin. Parlementerên MHP û BBP’ê û parlementerê CHP’ê Hasan Basrî dengê “erê” bikar anîn. Êdî dozger dikariya parlementerên Kurd Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Ahmet Turk, Leyla Zana, Sirri Sakik û Mahmût Alinak bixin ber lêpirsînan.

Li gel vê biryar Meclîsê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ya Enqereyê di carekê de ferman a “lêpirsînê” da. Parlementerên Kurd di dosyaya ji aliyê Serdozgeriya DGM’ê ya Enqereyê ve hatibû amadekirin de weke “xayinên welêt” dihatin tawanbarkirin.

Gava behsa vê dîrokê tê kirin, di hişê Kurdan de bi lez û bez girtina Orhan Dogan û Hatîp Dîcle zindî dibe û polîs dest û serê wan digirin û li wesayitan siwar dikin.

Du roj piştî wê ji bilî Dogan û Dîcle parlementerên din jî hatin girtin. Ew şandin Girtîgeha Sergirtî ya Navenda Enqereyê. Dadgeha Makeqanûnê ya Tirk 16’ê hezîrana 1994’ê biryara betalkirina parlementeriya 5 jê girtî, 13 parlementerên DEP’ê û girtiya partiya DEP’ê da. 1’ê Tîrmeha 1994’ê Selîm Sadak hate binçavkirin û 12’ê Tîrmehê ahte girtin.

Doz 8’ê berfanbara 1994’ê bi encam bû û dadgehê 15 sal ceza da her yek ji Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Orhan Dogan û Selîm Sadak.

Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatip Dicle û Selim Sadak, 9’ê 2004’ê serbest hatin berdan. ( Hatîp Dîcle dîsa di girtîgehê de ye!)

SIYASIYAN ÇI GOTIBÛ?

Serokkomar Suleyman Demîrel: “Biryar ne biryareke keyfî ye. Divê mirov di çarçoveyek huqûqî de li bûyerê binêre. Meclîsê hema ji ber xwe ve mafê wan ê destnedanê ranekiriye. Divê mirov bûyerê ber bi aliyê siyasî ve nebe.”

Serokwezîr Tansû Çîller: “Gelê me ne rehet e ku DEP’î di Meclîsê de rûnin. Hebûna van mirovan di Meclîsê de Meclîsê ji hêzê dixin. Meclîsê tişta ket ser milê xwe kir, dora darazê ye.”

Serokê Giştî yê ANAP’ê Mesût Yilmaz: “DEP’î destekê didin PKK’ê. Li pişta SHP’ê siwar bûn û hatin Meclîsê.” Mesût Yilmaz tenê awayê binçavkirina wan rexen kir û got: “Skandaleke huqûqê ye. Parlemento birîn bûye.”

Serokê Meclîsê Hussamettîn Cîndoruk: ji ber ku bêyi ku li benda biryar Dadgeha Makeqanûnê bimînin û DEP’î hatin binçavkirin, jli şûna polîsên Meclîsê, polîsên din ew binçav kirin û nivîsa Serdozgerê DGM’ê ji Meclîsê re şand nerazî bû.

Serokê Giştî yê SHP’ê û Alîkarê Serokwezrî Mûrat Karayalçin: “ketin nava provakasyona rêxistin û lîstoka wan. Em li dijî wê yekê ne ku parlementer ji ber nêrînên xwe mafê wan destendanê bê rakirin.."

KÊ ÇI NIVÎSÎBÛ?

Rojnameger û nivîskaran nêzî nêrîna serdest a siyasetê rol dilîst. Kesên nêzîkatiya rexnegir nîşan didan jî ji bo rexnekirina DEP’ê xwe neçar hîs dikirin.

Derya Sazak di nivîseke xwe ya 3’ê Adara 1994’an de biryar wek ‘DEP’ê avêtine derveyê pergalê’ girt dest û wiha got: “Bê guman di vir de berpirsyariya DEP’ê heye. Parlamenterên her tim wêjeya komara Tirk dikin û silavê ji hilbijêrên xwe re dişînin, îdiayên zextan yên li ser wan çi dibe bila bibe, xuyaye ku platforma parlamenteroyê rast û durust bi kar neanîne. Her wiha terora ku canê mirovên bê guneh girtine, jî şermezar nekirine û ketine rewşeke ku piştigiriyê didin terorê. DEP her ku ji meclisê sar bû, li şûna ku pirsgirêkên gelê kurd yên Başûrê Rohilat bibe Enqereyê, berbi PKK’ê ve çûye.”

Taha Akyol jî gitina parlamenterên DEP’ê ya li dij hiqûqî rexne kir lê tenê vê yekê wek nazîkbûnê tîne ziman. Akyol di nivîsa xwe ya 4’ê adara 1994’’an de wiha dibêje: “Kesên ku zanîna wan ya hiqûqê tune be, dibe ku binçavkirina parlamenterê DEP’ê ya ji aliyê du polîsan ve wek ‘Polîsan bi ser meclisê de girt’ provake bike. Na tenê polîsan nezaketa hewcedar nîşan nedaye”. Akyol her wiha ji hişyarkirina xwe ya ji bo DEP’iyan jî şûnde namîne û wiha dibêje: “…Em ê ku di nêzîkatiya dewletê de li nezaketê digerin, tabloya ku rayagiştî dike xwedî bertek û bandorê li Meclisê dibe, ev e! Divê êdî aliyên DEP’ê vê rastiyê bibînin.

Yalçin Dogan di nivîseke xwe ya 3’ê adara 1994’an de axaftina Orhan Doganê yê li ser kursiya Meclîsê kiriye (astengkirina nêrînan fikara zêdebûna şer tîne ser ziman) wek tehdîdê bi nav dike. Lê Yalçin Dogan piştî çend hevokî şûde ‘zêdebûna şîdetê’ bi gotinên wekr; Tirkiye berbi hawireke din ve diçe. Şîdeta heyî, ji îro şûnde diguhere. Di hundir de dê çi bibe mixabin ne diyar e.”

Fîkret Bîla îro rola wî çi ye, 19 sal berê jî wisa bû. Rakirina destnedanan diparast, nêrînên ku DEP’ê hedef digire nîşan dida.

SIRRI SAKIK: JI BER KU LI HEMBER KURDAN BÛ, DERBE NEDIHAT HESIBANDIN

Parlamenterê BDP’ê yê Muşê û parlameneterê demî yê DEP’ê Sirri Sakik, bûyera ku di 2’ê adara 1994’an de jiyan wek derbe nirxand. Sakik ji ANF’ê re axivî û wiha got: “ Ger îro ji bo wê bûyera ku me çêbibûya, nabêjin derbe, wê demê ji 28’ê sibatê û 27’ê gulanê re qet nayê gotin. Ji ber ku ev li hemberî kurdan pêk hat wek derbe nahesibînin.

Sakik got Komîsyona Lêkolînê ya Derbeyan derbeyan dike rojeva xwe û got: “28’ê sibatê hat rojevê. Adar ji hukmê ‘tune’ hesibandin û berbi 27’ê nîsanê bû. Ji ber ku 2’yê Adarê li hemberî kurdan pêk hatibû. Lê wek tê zanîn di 28’ê sibatê de jî, di 27’ê nîsanê de jî parlamenteriya parlamenteran neketiye, partî nehatine girtin û kes nehatiye girtin. Li ser me jiyaneke 10 salan a girtîgehê çêbû. Demeke wisa ji darbeyê nahesibînin.

Di darbeya 2’ê adarê de aktorên siyasî, leşkerî û sivîl bi hevre tevgeriyan û got: “Tansu Çîlerê digot, paşayê min Dogan Gureş dixwaze ez jî dikim. Yanî leşker û sivîl bi hev re bûn.”


Bêjeyên Miftehî