1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 1. Festîvala Navneteweyî ya Filmên Kurdî a Moskovê
1. Festîvala Navneteweyî ya Filmên Kurdî a Moskovê,1,festîvala,navneteweyî,ya,filmên,kurdî,a,moskovê

1. Festîvala Navneteweyî ya Filmên Kurdî a Moskovê

Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Filmên Kurdî a Moskovê dest pê dike

A+ A-

Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Filmên Kurdî ya Moskovê dest pê dike. Festîvalê bi daxuyaniyeke nivîskî bernameya festîvalê eşkere kir. Festîval cara yekemîn tê li dar xistin û dê li sînemaya “Karo 11 Oktyabr” ya Moskovê bi rê ve biçe û bi tevahî 35 berhemên sînemayê nîşan bide. 

Di daxuyaniya festîvalê de tê gotin, Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Filmên Kurdî ya Moskovê di navbera 21 û 25'ê Tîrmeha 2021’ê wê pêk were. Festîval bi piştgiriya projeye “KORO ART” dê li salono sînemayê ya “Oktyabr” dest pê bike. Di bernameya festîvalê de 15 filmên dirêj û 20 jî belgefilm û kurtefilm hene.
Festîvala Navneteweyî ya Filmên Kurdî ya Moskovê cara yemekîn e li Rûsyayê tê lidarxistin û di lîsteya festîvalên filmên navneteweyî yên Wezareta Çandê ya Rûsyayê de cih digire. Her wiha Wezareta Çandê ya Rûsyayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştgiriyê didin festîvalê.

Di sala yekem a Festîvala Filmên Kurdî ya Moskovê de dê jurî tinebin. Festîval diyar dike ku armanca wan a sereke sînemaya Kurdî bi şêniyên Moskov û mêvanên ku dê werin paytexta Rûsyayê bidin naskirin e. Bi saya festîvalê, temaşevan dê karibin li filmên li ser çand, dîrok û jiyana gelê Kurd temaşe bikin. 

Bi jêrnivîsa Rûsî
Hemû filmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlm ên beşdarî festîvalê dibin, yên ku ji hêla derhênerên ji her çar parçeyên Kurdistanê û li welatên din hatine çêkirin, dê bi zimanê orîjînal û bi jêrnivîsa Rûsî werin nîşandan.
Dîrektorê Festîvalê, seroka Berfin Design Group, Gulîzer Gerdenzerî dibêje, “Me plan kiribû ku festîvala xwe di Gulana par de li dar bixin, ji ber salvegera 75’an ya serfiraziya şerê li dijî Naziyan e. Lê pandemiya li cîhanê sererastkirina xwe bi xwe çêkir û em neçar man ku festîvalê taloqî sala 2021’ê bikin. Em hêvî dikin ku îsal her tişt bi serketî biçe sêrî û festîvala filmên Kurdî bibe bûyereke çandî ya girîng li Moskovê."

Yeni Ozgur Politika