1 jê Amîrê Emniyetê 8 polîs hatin kuştin
Li Colemêrgê 1 jê Amîrê Emniyetê 8 polîs hatin kuştin
Di encama pevçûna 19’ê cotmehê li Colemêrgê di navbera polîsên tevgera taybet ên Tirk û gerîlayên HPG’ê de qewimî herî kêm 8 polîsên tevgera taybet hatin kuştin 7 jê birîndar bûn. Di peçvûnê de 3 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG (HPG-NÇR) der barê pevçûna di 19’ê cotmehê de li nêzî gundê Dêzê yê navenda Colemêrgê di navbera polîsên tevgera taybet û gerîlayên HPG’ê de qewimî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di navbera gerîlayên li Doza Çîçekê çûbûn wezîfeyê û polîsên tevgera taybet de pevçûnek qewimiye. HPG-NÇR’ê da zanîn ku di pevçûnê de 1 jê Amîrê Emiyeta Polîsên Colemêrgê 8 polîs hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 3 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gerîlayê di encama gulebarana polîsan de birîndar bû bombe bi xwe ve teqand û jiyana xwe ji dest da û ev agahî hate dayin:
“Li gel nehevsengiya mezin a hêzê, 2 gerîlyaên me bi awayeke qehremanî li ber xwe dane û derbeyên giran li dijmin dane. Di encamê de tevî Amîrê Emiyeta Colemêrgê 8 polîs hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne. Gerîlayên me heta dawiya cebilxaneya xwe li ber xwe dane û piştre gihiştine şehadetê. Artêşa dagirker di dema vê pevçûnê de gundiyê bi navê Muslum ku paşnavê wî nehate zanîn birîndar kiriye û binçav kiriye. Operasyonên li herêmê berdewam dikin.”
Nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dan wiha ne:
-Huseyîn Denktaş, bi nasnavê Azad Mûnzûr, li Rihayê ji dayik bûye.
-Ayhan Çelîk, Koçer Çiyager, li Dihê-Sêrtê ji dayik bûye
-Emrah Guler, bi nasnavê Arnos Başkale, li Wanê ji dayik bûye
ANF NEWS AGENCY
