1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´2013 dê bibe sala têkoşîneke mezin û zelalbûnê
´2013 dê bibe sala têkoşîneke mezin û zelalbûnê,2013,dê,bibe,sala,têkoşîneke,mezin,û,zelalbûnê

´2013 dê bibe sala têkoşîneke mezin û zelalbûnê

KCK: Sala 2013’an dê bibe sala têkoşîneke mezin û sala zelalbûnê

A+ A-

Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê da zanîn ku, sala 2012’an ji bo gelê Kurd saleke serkeftî bû û wiha got: “Sala 2013’an dê bibe sala têkoşîneke mezin û zelalbûnekê. Gelê Kurd li ser bingeha dersên ji têkoşîna 2012’an hatin girtin, dê di sala pêş de pêk bîne. “

KCK’ê bi boneya sala nû peyamek weşand û di serî de li Rêber Apo û hemû gelê Kurd pîroz kir. KCK’ê wiha got: “Sala 2012’an di aliyê kurdan de salek bi qezenc bû. Sala 2013’an jî dê sala têkoşîneke mezin û zelalbûnê be.”

Peyama KCK’ê wiha berdweam kir: “Me saleke girîng li pey xwe hişt. Em sersala nû di serî de li Rêber Apo û hemû gelê Kurd yê fedekar û welatparêz pîroz dikîn.

2012’an di dîroka têkoşîna me de saleke girîng bû. Bi taybetî gelê me li dijî êrîşên mêtînger têkoşîneke mezin daye. Di serî de berxwedana Rêber Apo, berxwedana zindanan û gelê me gihiştiye asteke gelek girîng. Her wiha dijmin li dijî gerîla têkçûye û qezencên mezin hatine bidestxistin.

Em şehîdên xwe yên bi rûmet ku ji bo qezencên têkoşînê biafirînin jiyana xwe danîn holê, di serî de Mehmet Goyî û Rojîn Gewda hemûyan bibîrtînin û em careke din soza xwe nû dikin ku dê di şopa wan de bimeşîn.

Li Rojava gelê me di 19’ê tîrmehê de şoreşeke dîrokî pêk anîn û rûpeleke nû di dîrokê de vekir. Li vî parçeyî qezencên gelek mezin hatine bidestxisin û pêvajoyeke nû ya bi wate dane dest pêkirin. Li parçeyên din yên Kurdistanê û derveyê welat pêngavên gelek girîng hatine avêtin. Yanî bi giştî sala 2012’an di warê gelê Kurd de saleke serkeftî bû. Vê jî nîşaneya saleke girîngtir daye me.

Di 2012’an de hem li Kurdistanê û hem jî li Rojhilata Navîn geşedanên qewimîn gelek girîng bûn. Ji ber vê sala 2013’an jî girînge û dê ev sal jî sala zelalbûnê be. Gelê Kurd dê li pişt qezencên xwe raweste û her wiha gelê Kurd şert û mercên qezenc û têkoşîneke bê hempa ya 2013’an afirandiye.

Mêtîngeriya Tirk herî dawî li Roboskiyê 34 ciwanên Kurd qetil kirin. Ev sal dê sala hesab pirsîna komkujiya Roboskiyê be û dê rojeveke girîng ya 2013’an be. Hikûmeta AKP’ê jî pêkanînên xwe aniye asteke dijwar.

Li Amedê malbatekê ji ber ku bersiv bi kurdî dane polîsên AKP’ê, hemû rastî îşkenceya polîs hatine û ev jî helwesta AKP’ê ya li dijî zimanê kurdî nîşan dide. Ev heqaret û îşkence ne tenê li dijî vê malbatê li dijî hemû gelê Kurd pêk hatiye. AKP li aliyekê zarokê Filistînê bi pesnê xwe mezin dike û li aliyê din jî zarokên Kurd di bin îşkencê de derbas dike. Ev jî zilma mêtîngeriya Tirk ya li dijî gelê Kurd nîşan dide.

Dîsa li Afyonê li navçeya Sutandagi li hemberî karker û malên gelê Kurd êrîş pêk hat û ev êrîş jî encama uslûba tehrîkirinê ya AKP’ê ye. Li girtîgehên Şakran û Tekîrdagê zilm didome. Îşkence didome. Ev jî parçeyeke qirkirinê ya AKP’ê ya li dijî kurdane.

Li Roboskê 34 kes bi aşkera qetil kirin. AKP’ê bi helwesta xwe ya dij mirovane bûyerê vedişêre.

Gelê Kurd di nav hawireke tundî û zextê de dikeve sala nû. Li dijî vê zilmê dê gelê Kurd bê deng nemîne û dê di sala 2013’an de têkoşîna xwe derxe asta herî jor. Sala 2013’an dê sala serkeftin û zelaliyê be. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku, bila li hemberî zilm û zordariyan bikevin nava piştevaniyê û hêza xwe bikin yek.”

ANF NEWS AGENCY