1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. '2015 pêşerojeke serketî pêşkêşî gelê me dike'
'2015 pêşerojeke serketî pêşkêşî gelê me dike',2015,pêşerojeke,serketî,pêşkêşî,gelê,me,dike

'2015 pêşerojeke serketî pêşkêşî gelê me dike'

A+ A-

BEHDÎNAN/ANF 02.01.2015 07:02:12 Fermandarê NPG'ê Mûrat Karayilan li merasîma bîranîna Fermandarê Eyaleta Amedê yê HPG'ê Ertem Karabûlût (Nûman Amed) û 10 hevalên wî yên di 31'ê Kanûna 2012'an de li bejahiya navçeya Amed Liceyê di şer de jiyana xwe ji dest dan axivî û got, "Sala 2015'an pêşerojeke azad pêşkêşî gelê me dike."

bîranîna Fermandarê Eyaleta Amedê yê HPG'ê Ertem Karabûlût (Nûman Amed) û 10 hevalên wî yên di 31'ê Kanûna 2012'an de li bejahiya navçeya Amed Liceyê di şerê li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Li gel Fermandarê Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan, gelek fermandarên HPG'ê û bi sedan gerîla tevlî merasîmê bûn. Karayilan di axaftina xwe ya li merasîmê de têkoşîna Karabûlût, nêzîkatiya dewleta Tirk a li pêvajoyên diyalogê û bûyerên li Cizîrê rû dan, nirxand. Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku dewleta Tirk her tim, ji bo xapandinê bi lîstik û rêbazên komploker li dijî gelê Kurd plan û êrîş pêk aniye û got, "Kes nikare bêje ku ev bûyerên qewimîne, li derveyî hikûmeta AKP'ê rû dane."

DEWLETA TIRK DEWLETEKE KOMPLOKER E

Karayilan got, "Beriya niha bi 2 salan, di 31'ê Kanûna 2012'an de li bejahiya navçeya Amed Liceyê, li hemberî komek hevalên me êrîşeke dewletê rû da. Li dijî vê êrîşê rêhevalên me li ber xwe dan û pevçûneke dijwar rû da. Di vê berxwedanê de fermandarê me yê eyaleta Amedê Nûman Amed û 10 hevalên me yên li gel wî gihîştin şehadetê" û bibîr xist, ku ev êrîş û pevçûn di demeke heyeta delwetê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re diyalog dikir de, pêk hat.

Karayilan ragihand, ku dewleta Tirk bi rêya ajanekî ji berê ve dizanîbû li kampê kî heye û got, "Yanî bi awayekî plankirî, di roja hevdîtinê de ev êrîş kirin. 10 roj piştî vê bûyerê, di 9'ê Çileya 2013'an de bi heman rêbazî li Parîsê komkujî kirin. Hevalên Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) gihîştin şehadetê. Ev komkujî jî di demeke krîtîk de rû da. Dewleta Tirk li hemberî têkoşîna gelê me her tim serî li rêbazên komplokeriyê daye. Li ser bingeha xapandinê, bi lîstik û rêbazên komploker êrîşî gelê me kiriye. Beriya niha bi 3 salan, di 28'ê Kanûna 2011'an de li Roboskî, piraniya wan zarok 34 ciwanên me jî bi rêbazeke komploker û xayîn şehîd xistin. Her wiha di 29'ê Mijdara îsal de, dema heyeta HDP'ê çû cem Rêber Apo, bi alîkariya vekirî ya hikûmeta AKP'ê re, ji ser sînorên dewleta Tirk êrîş li hemberî Kobanê hatin kirin. Di berxwedana gelê Kurd a li dijî vê êrîşê de 16 şehîd hatin dayîn. Ev êrîş bi rêbazeke komployê hat amadekirin. Li gorî hesabê wan, li aliyê sînorê Tirkiyeyê tedbîrê YPG tinebû û ew ê encameke misoger bidest xistibûna."

Karayilan diyar kir, ku ti ji van rasthatî nîne û destnîşan kir, ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê gelek caran serî li vê rêbazê didin.

Karayilan got, "Rast e; di nava dewletê de rêxistinbûyînên weke 'paralel an jî dewleta kûr' tên binavkirin hene, lê belê kes nikare bêje ku ev bûyerên qewimîne dûrî AKP'ê û li gel dijderketina wê, rû daye. Ev hemû lîstik, çavkaniya xwe ji rê û rêbazên AKP'ê digirin" û destnîşan kir, ku çi ew bikin çi jî hin kesên din bikin, çavkaniya van lîstikan ew bi xwe ne.

'WÊ HESABÊ HEMÛ KOMKUJIYAN BÊ PIRSÎN'

Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku niha Kurdistan di demeke krîtîk re derbas dibe û got, "Pêvajoya çareseriya bi muzakere û diyalogê ya pirsgirêka Kurd, gihaştiye qonaxeke gelekî girîng. Lê belê me di vê pêvajoyê de ku li Cizîra Botan jî heman lîstik hat lîstin. Li aliyekî daxwazên ji bo pêşvebirina pêvajoya çareseriyê tên bilêvkirin, li aliyê din jî bi rêbazeke durû û ne durust lîstik tên lîstin, provokasyon tên kirin. Em mirovên xwe yên di van provokasyon û êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin, kompoker, qetlîemkaran bi tundî şermezar dikin. Hemû komkujî û şehadetên ji ber komployan, wê bêhesab nemînin. Xwîna şehîdên me yên Roboskî wê li erdê nemîne, hesab wê were pirsîn. Xwîna şehîdên me yên Parîsê wê li erdê nemîne, hesab wê bê pirsîn. Vê zalîmiya li hemberî mirovên me yên bêguneh, ti wijdan qebûl nake û hesabê wê jî wê li naverastê nemîne."

'SALA 2015'AN PÊŞEROJEKE SERKETÎ PÊŞKÊŞÎ GELÊ ME DIKE'

Karayilan got, "Gelê me îro li ser bîranîna şehîdan, têkoşînê mezin dike. Niha salek diqede û em dikevin saleke nû. 2015 pêşerojeke serketî pêşkêşî gelê me dike. Sala nû wê di meşa serketinê ya gelê Kurd de bibe saleke girîng. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, bi berxwedana li hemberî her êrîşên dijmin û dilsoziya bîranîna şehîdan hatiye qonaxa çareseriyê ya pirsgirêka Kurd" û anî ziman ku Hêzên Parastina Gelê Kurd û Kurdisatnê îro li Kobanê û Şengalê derdikevin pêş û vê berxwedanê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê derxistiye asta serketinê.

Karayilan herî dawî got, "Îro li ser bingeha vî ruhî em Şehîd Nûmanan bibîr tînin. Divê were zanîn ku her lehengên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de destan nivîsandine û gihîştine qonaxa şehadetê, wê nemirin. Ev nemirin bêguman bi afirandina Kurdistaneke azad û demokratîk a armanca wan e, wê pêk were. Soza me daye Şehîd Nûmanan, Şehîd Sakîneyan û hemû şehîdên xwe ev e. Gerîlayê azadiya Kurdistanê ji bo vê sozê bicih bîne, ji her demê bêhtir ji hemû wezîfeyan re amade ye. Di şopa şehîdên leheng û rêya serketinê de wê ti astengiyan nas neke. Şehîdên me rêberê me ne û di vê meşê de rê nîşanî me didin. Li ser şopa wan û bi perspektîfên Rêber Apo meşa me wê bi serketinê qezenç bike."