1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 20’emîn salvegera xwe pîroz kir
20’emîn salvegera xwe pîroz kir,20,emîn,salvegera,xwe,pîroz,kir

20’emîn salvegera xwe pîroz kir

Estîtuya Kurdî ya Stenbolê 20’emîn salvegera xwe pîroz kir

A+ A-

Estîtuya Kurdî ya Stenbolê 20'emîn salvegera damezirandina xwe bi şahiyekê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de 8'emîn xelata Feqî Huseyn Sagniç ji ber xebatên kurdî dan Mulazım Ozcan (Miraz Ronî) ku ji doza KCK'ê hatiye girtin

Enstutîya Kurdî ya Stenbolê 20'emîn salvegera damezirandina xwe pîroz kir. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li Salona Restauranta Cezayir, merasimek pêk anî û xelatên Feqî Huseyîn Sagniç dan xwediyê wan.

Di merasimê de Parlementerê BDP'ê Adîl Kurt, Endamê KCD'ê Seydi Firat, Serokê ÎHD'eya Stenbolê Abdulbaki Boga, Hevserokên BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak, endam û rêveberên BDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Dîsa zimanzan û Serokê Enstîtuya Kurd a Stenbolê yê berê Samî Tan jî amede bû. Merasime bi rêzgirtine dest pê kir.

Di merasimê de sînevîzyona ku ji xebat û jiyana Feqî Huseyn Sagniç, Musa Anter û sazûmankarên Enstîtuya kurdan pêk dihat hate pêşandan. Piştre Serokê Enstîtuyê Zana Farqinî, anî ziman ku kesên di vê rêyê û xebata enstîtuyê de xebat kzirine keda wan gelek e û spasiyên xwe anîn ziman. Farqînî, anî ziman ku ji bo li qeda wan û ziman xwedî derkevin dê di nava hewldan û têkoşînê de bin."

Piştî axaftinan 8'emîn xelatên Feqî Huseyn Sagniç hatin dayin. Ji ber qîmetdayin û xebata li ser kurdî xelata ziman dan Mulazım Ozcan (Miraz Ronî) ku ji doza KCK'ê li Kandirayê girtî ye.

ANF NEWS AGENCY