1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. 21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI DILAWER ZERAQ
21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI DILAWER ZERAQ,21,pirsên,amîda,kurd,ji,dilawer,zeraq

21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI DILAWER ZERAQ

A+ A-

1. Peyva tu herî zêde jê hez dikî?
Kezeb.

2. Peyva tu qet jê hez nakî?
Nelezîne.

3. Çi kelecanê dide te?
Hezkirin.

4. Çi kelecana te dikuje?
Tiralî.

5. Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?
Dengê xwezayê.

6. Dengê tu jê aciz î kîjan e?
Dengê balafirên şer.

7. Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?
Doxtorî.

8. Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?
Wênesazî.

9. Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî?
Diya min.

10. Te dixwest tu li ku bijîya?
Dîsa li welatê xwe.

11. Qelsiya te ya herî beloq çi ye?
Nikarim bi xwe.

12. Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e?
Zû hez dikim.

13. Lehengê te kî ye?
Ne tu kes e.

14. Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e?
Ker di te…


15. Niha tu xwe çawa hîs dikî?
Ne xerab.

16. Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên?
Hezkirin.

17. Xewna te ya dilşadiyê çi ye?
Azadî.

18. Bi ya te xemgînî çi ye?
Rengekî dil e.

19. Tu dixwazî çawa bimirî?
Ji nişkê ve.

20. Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bêje?
Ez ê neçim bihuştê lê ez ê herim cihenemê.

21. Tu yê çi bersivê bidî wî?
Tu mêr î tu jî were cem min.