1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. 21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI MAHABAD FELAT
21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI MAHABAD FELAT,21,pirsên,amîda,kurd,ji,mahabad,felat

21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI MAHABAD FELAT

A+ A-

 1- Peyva tu herî zêde jê hez dikî?

     Xîret.

 

2- Peyva tu qet jê hez nakî?

    Înşallah.

 

3- Çi kelecanê dide te?

    Hewldan.

 

4- Çi kelecana te dikuje?

    Bêhêvîbûn.

 

5- Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?

    Dengê kurê min û Mihemed Şêxo bê guman.

 

6- Dengê tu jê aciz î kîjan e?

    Hemû dengên ne kurd ên bi kurdî distirên.

 

7- Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?

    Yên vînê didine destê jînê.

 

8- Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?

    Min dixwest bikaribim xiyalên xwe xêz bikim.

 

9- Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî?

Kurdekî bi xîret, têre dike.

 

10- Te dixwest tu li ku bijîyayî?

      Li kana xwe, li Zagrosan.

 

11- Qelsiya te ya herî beloq çi ye?

      Hestyarî.

 

12- Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e?

      Aliyên min ên qels hene, lê ji yekî ji wan jî hez nakim.

 

13- Lehengê te kî ye?

      Dîroka me bi lehengan dagirtî ye.

 

14- Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e?

      Kerê kurê kerê.

 

15- Niha tu xwe çawa hîs dikî?

      Bi hêvî û şad, lew kurd im.

 

16- Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên?

      Li xwe vegere.

 

17- Xewna te ya dilşadiyê çi ye?

      Vegera li xwe, lew serkeftin û jiyana azad di wir de veşarî ne.

 

18- Bi ya te xemgînî çi ye?

      Xwezî ne, lew vegera wan nîne.

 

19- Tu dixwazî çawa bimirî?

      Ji mirinê bawer nakim, kiras tê guherandin. Bila wî kirasî li ser axa xwe buguherim, çewabûna wê ne pir grîng e.

 

20- Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bêje?

      Te got çi?

 

21- Tu yê çi bersivê bidî wî?

      Ma çi bêjim ezbenî! Te da me, me da mirovahiyê û mirovahiyê bi dayinên me em guran. Bila canê te xweş be. Tasekî ava sar?