1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. 21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI SELÎM BIÇÛK
21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI SELÎM BIÇÛK,21,pirsên,amîda,kurd,ji,selîm,biçûk

21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI SELÎM BIÇÛK

A+ A-

1-Peyva tu herî zêde jê hez dikî?

    Aramî

 

2-Peyva tu qet jê hez nakî?

    Teşqele

 

3-Çi kelecanê dide te?

    Destpêkirina karekî

 

4-Çi kelecana te dikuje?

     Şev

 

5-Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?

     Dengê avê

 

6-Dengê tu jê aciz î kîjan e?

    Dengê girî

 

7-Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?

     Polîtîk

 

8-Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?

     Rakirina tirsê

 

9-Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî?

     Bexçevanek

 

10-Te dixwest tu li ku bijîya?

       Li welatekî dîn û bawerî lê nebin

 

11-Qelsiya te ya herî beloq çi ye?

       Dilsozî

 

12-Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e?

        Dilsozî

 

13-Lehengê te kî ye?

       Jina ku jinîtiyê û mêraniyê digihîne hev

 

14-Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e?

       Bergîl

 

15-Niha tu xwe çawa hîs dikî?

       Ditirsim

 

16-Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên?

       Bijî û bihêle yên din jî bijîn

 

17-Xewna te ya dilşadiyê çi ye?

      Jiyanek aram bêtirs

 

18-Bi ya te xemgînî çi ye?

       Tirsa ji jiyanê ye

 

19-Tu dixwazî çawa bimirî?

       Bêdeng, di xew de

 

20-Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bêje?

       Ez lêbôrînê dixwazim, min tu anî jiyanê û jiyan neda te

 

21-Tu yê çi bersivê bidî wî?

        Ez te nasnakim, tu tune yî û lêborîna te jî napejirînim.