1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. 21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI XERZÎ XERZAN
21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI XERZÎ XERZAN,21,pirsên,amîda,kurd,ji,xerzî,xerzan

21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI XERZÎ XERZAN

A+ A-

1-Peyva tu herî zêde jê hez dikî?

Bext

 

2-Peyva tu qet jê hez nakî?

Bêbextî

 

3-Çi kelecanê dide te?

Dîtin û peydakirina çavkanî-jêderkeke nû

 

4-Çi kelecana te dikuje?

Xemsarî û sersarîya şexsan

 

5-Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?

Dengê erbaneyê

 

6-Dengê tu jê aciz î kîjan e?

Dengê kesên dûrû û derewker

 

7-Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?

Siyasetvanî

 

8-Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?

Dengbêjî

 

9-Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî?

Ez ji halê xwe qayil im

 

10-Te dixwest tu li ku bijîya?

Li Xoresan

 

11-Qelsiya te ya herî beloq çi ye?

Zûhêrsbûn

 

12-Aliyê te yê qels yê ku tu jê zewqê digirî kîjan e?

Li ber neheqîyê nikarim xwe kontrol bikim

 

13-Lehengê te kî ye?

Reîs Bal ê Merwanî (Reîs Bal, sala 1029-an serfermandarê Dewleta Merwanî ye)

 

14- Çêra ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e?

Qeşmerê serê sûkê

 

15-Niha tu xwe çawa hîs dikî?

Hêvîdar

 

16-Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmekê çawa bînî zimên?

Bext nadim bi text û “ne ji bo sahib-rewacan, ji bo biçûkêd kurmancan”

 

17- Xewna te ya dilşadiyê çi ye?

Jiyaneka azad û serbilind

 

18-Bi ya te xemgînî çi ye?

Negihîştina armanca xwe

 

19-Tu dixwazî çawa bimirî?

Piştî pêkanîna erka xwe, bi awayekî dilxweş

 

20-Gava tu mirî û çûyî beheştê tu dixwazî  Xwedê ji te re çi bêje?

Bibore, min pir neheqî li gelê te kir

 

21-Tu yê çi bersivê bidî wî?

Çima?