1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. 21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI ZANA FARQÎNÎ
21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI ZANA FARQÎNÎ,21,pirsên,amîda,kurd,ji,zana,farqînî

21 PIRSÊN AMÎDA KURD JI ZANA FARQÎNÎ

A+ A-

1. Peyva tu herî zêde jê hez dikî?

Hezkirin.

 

2. Peyva tu qet jê hez nakî?

Sondxwarin.

 

3. Çi kelecanê dide te?

Vedîtinên rêzikên bi zimanê kurdî ve eleqedar.

 

4. Çi kelecana te dikuje?

Quretiya kesên ku tu tiştî naecibînin.

 

5. Dengê tu herî zêde jê hez dikî kîjan e?

Dengê muzîkê.

 

6. Dengê tu jê aciz î kîjan e?

Xirecira mirovan ku dengê hev nabin xwe.

 

7. Te dixwest tu kîjan pîşeyî nekî?

"Erkedariya ewlehiyê".

 

8. Te dixwest kîjan behremendiya te ya xwezayî hebe?

Dermankirina derdan.

 

9. Heke tu ne tu bûyayî, te dixwest tu bibûyayî kî?

Kesekî xemnexur ku haya wî ji bayê felekê tune ye.

 

10. Te dixwest tu li ku bijîyayî?

Li Amedê.

 

11. Qelsiya te ya herî beloq çi ye?

Dilzîzî.

 

12. Aliyê te yê qels ku tu jê zewqê digirî kîjan e?

Rûnermî.

 

13. Lehengê te kî ye?

                      Di dema zarokatiyê de Rostemê Zal, piştre Kawayê Hesinkar, lê niha ne tu kesek.

 

14. Çêrak ku tu herî zêde bi kar tînî kîjan e.

Kundir û kerê çolê.

 

15. Niha tu xwe çawa hîs dikî?

Piçek hêvîşikestî.

 

16. Tu yê felsefeya xwe ya jiyanê bi dirûşmeyekê çawa bînî zimên?

Di gel tehl û şîrîn, jiyan hêja ye ku di ber de têkoşîn bê dan.

 

17. Xewna te ya dilşadiyê çi ye?

Azadî.

 

18. Bi ya te xemgînî çi ye.

Miradnekirina bi daxwazan.

 

19. Tu dixwazî çawa bimirî?

Wek gotina "li pê bim li gorê bim".

 

20. Gava tu mirî û çûyî bihiştê tu dixwazî Xwedê ji te re çi bibêje.

Tu bi xêr hatî, tu deynê gelê te û yê mirovahiyê li te tune ye.

 

21. Tu yê çi bersivê bidî wî?

Te ji ber çi û çima kurdbûn kir kirasekî hesinî û li bejna me kir?!