1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. 22 heciyên Şiîyan hatin kuştin
22 heciyên Şiîyan hatin kuştin,22,heciyên,şiîyan,hatin,kuştin

22 heciyên Şiîyan hatin kuştin

A+ A-

Li parêzgeha Anbar a dikeve rojavayê Iraqê 22 termên heciyên Şiî yên hatine gulekirin hatin dîtin.

Tê gotin ku dema diçûn ser gora Seyyîde Zeyneb a li Şamê, li ser rê ji aliyê milîtanan ve hatine rawestandin.

Li gor rayedarê polîsan Haydar Rizayî milîtanan 8 jinan ji otobûsê peya kirin û mêran bi xwe re birin cihek dûr. Milîtanan piştî demekê van heciyan gule kirin.

Jinên ku ji otobûsê hatibûn peyakirin, ji aliyê leşkerên Iraqî yên ku derketibûn dewriyeyê ve hatin dîtin.

Di van demên dawiyê de heciyên Şiî dibin hedef û heta niha bi sedan kes hatine kuştin.

ANF NEWS AGENCY