1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 24 BDPyî hatin girtin
24 BDPyî hatin girtin,24,bdpyî,hatin,girtin

24 BDPyî hatin girtin

A+ A-

Ji 14 kesên ku di 18'ê cotmehê de li Aydinê hati binçavkirin jê 11 kes bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin. Li Mêrdînê jî ji 24 kesan 9 kes serbest hatin berdan û 13 kes jî hatin girtin.

14 kesên li Aydinê di 18'ê cotmehê de di nav de rêveberên BDP'ê û ÎHD'ê jî hene ku di serdagirtina malan de hatin binçakirin duh sewqî Edliyeya Aydinê kirin. Polîsan di 18'ê cotmehê de li Aydinê bi ser gelek malan de girt û di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Aydin Necmettîn Uçar û Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Zana Aksu jî hene 14 kes binçav kirin. Piştî pirsiyariya 14 kesan a li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû, sewqî dozgeriyên hatin kirin. Dozgeriyê piştî îfade girtin 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî 2'emin Dadgeha Sulh Ceza kirin. Heyeta dadgehê kesên bi navê Hikmet Ozdemîr, Ozer Tekîn, Abdullah Acar bi biryara darizandina bêyî girtin serbest hatin berdan. Heyeta dadgehê der barê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Aydinê Necmettin Uçar, Sekreterê ÎHD'ê Zana Aksu, Şerife Başkurt, Mehmet Parilti, Halime Demir, Cengîz Îvdîl, Engîn Çîçek, Murat Selvi, Lutfî Esentekin, Elvan Ozîş, Battal Battaloglu bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" biryara girtinê da.

'Çûna konê çareseriyê sûc e'

Dozgeriyê çûna konê çareseriyê wekî sûc dît. Girseya ku li ber edliyeyê rawestiya bû jî piştî 11 kes hatin girtin dirûşmeyên "Êrîş me bêzar nakin" û "Bijî Serok Apo" û "Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan" berz kirin. 11 kesên hatin girtin şandin girtîgeha Tîpa E a Aydinê.

Li Mêrdînê 13 kes hatin girtin

Li Mêrdînê jî ji 24 kesên ku di 18'ê cotmehê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin jê 9 kes li dedgehê serbest hatin berdan û 13 kes jî li dadgehê hatin girtin. Heyeta Dadgehê der barê Serokê BDP'a Mêrdînê Tarik Acar, Serokê BDP'a Mêrdîn yê berê Cemal Veske û Ali Aslan, rêveberê BDP'ê yê berê Hamza Vurgun, endamê BDP'ê Orhan Ablak, Gulten Yildiz, Ahmet Temel, Serokê Egîtîm Senê yê Mêrdînê yê berê Dogan Angay, rêveberê ÎHD'ê yê Mêrdînê Veysî Parilti, endamê Meclisa Şaredariya Qoserê Osman Akkoyun, Hamît Turan, Adîl Başaran, Endamê Meclîsa Bajar M. Tahîr Adal, bi îdîaya "endamê PKK Kongra-Gel in", "çalakiyên dijzagonî birêxistin kirine" û "l ser navê xebatên rêxistine sûc kirie" biryara girtinê da. Heyetê 9 kesê din jî serbest berda.

Endamê Egîtîm Sen'ê ku di heman çerçeveyê de dihat darizandin Seyfettin Yavuz jî hate binçavkirin. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî