1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. '24'ê tîrmehê roja berxwedanê ye'
'24'ê tîrmehê roja berxwedanê ye',24,ê,tîrmehê,roja,berxwedanê,ye

'24'ê tîrmehê roja berxwedanê ye'

A+ A-

Rojnamegerên Babialiyê li dijî pekutiyên Sultan Abdulhamît li ber xwe dan û qalibên çapê nedan ji ber vê yekê jî 24'ê Tîrmehê weke "Roja Rakirina Sansurê" derbasî pelên salnameyan bû. Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Ercan Îpekçî diyar kir ku li gel ku 103 sal derbas bûye jî ji ber ku pêkutî û mekanîzmayên kontrolê yên li ser çapemeniyê didome roja 24'ê Tîrmehê ne roja rakirina sansurê ye roja berxwedana yekem a li dijî van pêkanînan e.

Tirkiye ya ku di warê pêkutiyên li ser çapemeniyê dibe hedefa hemû rêxistinên pîşeyî û rêxistinên mafên mirovan li gel hemû rexne û hişyariyan ji bo ku vê rewşê biguherîne nakeve nava hewldanan. Li Tirkiyeyê nêzî 70 rojnameger ji ber TMK'ê di girtîgehan de ne û bi hezan rojnameger jî li korîdorên edliyeyan in. Pêkutiyên li ser rojnamegeran nahêle ku ew peywira xwe ya ragihandina gel bi cih bînin.

Li gorî rapora Tora Ragihandinê ya Serbixwe (BÎA) ya bi navê "Ropara Çavderiya Çapemeniyê" ya di mehên Çile-Sibatû Adarê di nava 3 mehan de 13 kes ji ber ku der barê pirsgirêka kurd de nêrînên xw anîn ziman rastî 21 sal û 10 meh cezaya girtîgehê û 66 hezar û 946 TL cezaya pere hatin. 5 rojnameger ji ber nivîsên xwe, 42 rojnamegen ji ber dozên weke "KCK", "Devrîmcî Karargah", "Balyoz" û "Ergenekonê" hatine girtin. Lê li gel van pêkanînan nakokiya herî mezin jî ew e ku 24'ê Tîrmehê weke roja "Rakirina Sansurê" tê zanîn. Di 24'ê Tîrmeha 1908'an de rajnamgerên Babialiyê di jî pekutiyên Sultan Abdulhamît li ber xwe dan û qalibên çapê nedan. Lê tu caran ev yek nehat wî wateyê ku pêkutiyên li ser çapemeniyê hatiye rakirin. Ji wê dîrokê heta niha hemû desthilatdariyan çapemenî asteng kirin.

Serokê Giştî yê TGS'ê Ercan Îpekçî di salvegera "Rakirina Sansurê" de rewşa Tirkiyeyê nirxand. Îpetçî got ku li Tirkiyeyê di 2005'an de guhertin hatin kirin, piştre di 2006'an de bi TMK'ê rewşeke ne baş derket holê û li gel hemû hişyariyan hikûmetê ev tişt paşguh kir. Îpakçî diyar kir ku hikûmetê her tim gotiye li benda biryarên dadgehan bin lê di nava 6 salan de tabloyeke pir xirab derketiye holê. îpekçî bilevkir ku ji sala 2009'an heta niha qasî ku şopandine hêj 70 rojnameger di girtêgehê de ne û 41 rojnameger jî hatine berdin, ango di nava 2 sal û nîvan de 101 rojnameger şert û mercên "demokrasiya pêşketî" de ma.

Îpekçî da zanîn ku hejmara esasî ne ev e û Wezareta Dadê daneyên esasîvedişerê ji ber vê yekê jî hejmar zêdeye û wiha berdewam kir: "Ji ber ku hevalên me tê îdiakirin ku ne ji ber karên xwe ji ber teror, endamtiya rêxistinê têne girtin. Em jî vê yekê qebûl nakin. Hevalên me yên li girtîgehan ji ber karên xwe yên rojnamegeriyê tên girtin. Ji ber ku delîlên ku têne nîşandan di encama xebatên pîşeyî de hatine bidestxistin. Ji ber ku rojnameger bixwe biryara dê bi kê ve hevpeyvînê çêbike bide. Rojnameger bi sûcdaran re jî dike têkiliyê û agahiyan digire. Lê vê yekê ji bo agahdarkirinê dike. Ev xebatên rojnamegeriyê ne. Lê li Tirkiyeyê qanûn şêlû ne û divê ev bê guhertin."

Cudatiya AKP'ê

Îpekçî got ku hemû desthilatdarî ji bo ku çapemeniyê bixin bin kontrolê pêkutiyan dikin û dixwazin propagandaya xwe bikin û AKP jî wisa ya lê cudatiyeke AKP'ê heye, AKP ji kêmasiyên desthilatdariyên din ders derxistiye û li gorî vê tevdigere û wiba dirêjî da axaftina xwe: "Li vir meylên totalîter hene. Desthilatdarî dixwaze hemû kesan û hemû derûdoran li gorî xwe dizayn bike. Pêkanînên wî yên li dijî demokrasiyê heye. Pêkanînên wî hemû di warê azadiya çapameniyê de gavên paş in. Daxuyaniyên Serokwezîr hemû sansurkirina çapameniyê ye. Bi riya daraz û dozan bi ser çapemeniyê de diçe."

Îpekçî bal kişand li ser dozên der barê rojnamgeran de hatiye vekirin jî û got ku ji bilî rojnamegerên girtî li Tirkiyeyê bi hezaran rojnameger têne darizandin û di bin tehdîda cezayê de ne. Îpekçî bilêv kir ku ji bo ku rojnameger nakevin girtîgehê yan jî ceza negirin otosansurê bi kar tînin û belge û agahiyan nadin.

103'emîn salvegera berxwedanê

Îpekçî ji bo 24'ê Tîrmehê Roja Rakirina Sansurê jî got ku ev roj "Roja Rakirina Sansurê nîn e" roja berxwedana yekem a li dijî pêkutiyan e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji wê rojê heta niha di nava 103 salan de pêkutiyên li dijî çapemeniyê berdewam kir. Ji ber vê yekê jî sansur nehatiye rakirin. Lê rojnamegeran li ber xwe dane. Îro jî salvegera berxwedena wê rojê hatiye nîşandan e."

DÎHA (sa)