1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 26'emîn runiştina doza dîrokî ya KCK'ê dest pê kir
26'emîn runiştina doza dîrokî ya KCK'ê dest pê kir,26,emîn,runiştina,doza,dîrokî,ya,kck,ê,dest,pê,kir

26'emîn runiştina doza dîrokî ya KCK'ê dest pê kir

A+ A-

26'emîn rûniştina doza jê 104 girtî û 152 siyasetmedarên kurd ku di navde şaredar û parlementer jî hene li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Polîsan Edliya Amedê dorpêç kir.

26'emîn rûniştina jê 104 girtî 152 siyasetmedarên kurd ku di navde şaredar, siyasetmedarên kurd jî hene li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Doza siyasetmedarên kurd ku bi girtina 14'ê nîsana 2009'an dest pê kir bi rûniştinan didome. Ji bo rûniştinê di destpêkê de 6 siyasetmedarên ku di navde Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey di bin tebrînên polîsan de anîn dadgehê. Beriya rûniştin dest pê bike polîsan derdorê avahiya Edliyeya Amedê dorpêç kir. Her wiha panzer û TOMA li nêzî Edliyeyê bi cih kirin û tedbîrên mezin girtin.

Di rûniştinê de de ji parlementerên BDP'ê tenê 9 parleneter û rêveberên BDP'ê yên Amedê amade bûn. Her wiha ji ber ku der barê 300 parêzerên Baroya Amedê de serlêdana sûc hatibû kirin Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê prz. V. Ahsen Coşar û parêzerên buroyên Îzmîr, Enqere û Stenbolê jî amade bûn. DÎHA (mae)