1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 28 birîndarên Qamişlo hîna tên dermankirin
28 birîndarên Qamişlo hîna tên dermankirin,28,birîndarên,qamişlo,hîna,tên,dermankirin

28 birîndarên Qamişlo hîna tên dermankirin

A+ A-

QAMIŞLO – Ji 67 birîndarên êrîşên hêzên rejîmê yên dijî Qamişlo, 28 birîndar li nexweşxaneyan hîna tên dermankirin û yên din hemû hatin derxistin.

Di encama pevçûnên di navbera hêzên Asayîş-YPG û hêzên rejîmê de ku di 20’ê nîsanê de bi êrîşên rejîmê destpê kiribûn, jin û zarok di nav de 67 sivîl bi guleyên sekvanên rejîmê û topbarana wan birîndar bûn.

Li bajarê Qamişlo, 15 birîndar gihiştin nexweşxaneya El-Selam. 7 heya niha tên dermankirin û yên din hatin derxistin.

26 birîndar gihiştin nexweşxaneya Şehîd Xebat. 9 birîndar hîna tên dermankirin û yên mayî hatin derxistin.

15 birîndar jî gihiştin nexweşxaneya Ferman. Ji bilî birîndarekî hemû birîndar hatin derxistin.

Tenê birîndarek gihişt nexweşxaneya Dar El-Şîfai û heya niha jî tê dermankirine.

7 birîndar jî ji bo nexweşxaneya Amûdê hatin veguhezandin û hemû hatin dermankirin û derxistin.

4 birîndar jî gihiştin nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Dêrîkê û li wir hîna tên dermankirin.

Bijîşkên van nexweşxaneyan dan zanîn ku rewşa hemû birîndarên li nexweşxaneyan mane baş e.

(ne)

ANHA