1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 2 gund rizgar bûn, 21 çete hatin kuştin
2 gund rizgar bûn, 21 çete hatin kuştin,2,gund,rizgar,bûn,21,çete,hatin,kuştin

2 gund rizgar bûn, 21 çete hatin kuştin

A+ A-

REQQA– Şervanên Xezeba Firatê 2 gundên din rizgar kirin. Li herdu gundan herî kêm 21 çete hatin kuştin, 2 tirmpêlên bombebarkirî hatin îmhakirin. Şerê li bajaroja Hemrat Nasir berdewam e.

Pêngava çaremîn a Xezeba Firatê ku piştî navberek kurt dîsa destpêkiribû di roja 13’an de berdewam dike.

Li baskê rojhilat şervanan pêdeçûna xwe berdewam kirin û berê xwe dan gundê Bîr Hemad. Di encama şerê dijwar de gundê Bîr Hemad a kîlometreyekê ji Bendava Azadî dûr e bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.

Şervanan li baskê rojhilat jî pêşde diçin. Li bajarokê Hemrat Nasir şer didome.

Çeteyên DAIŞʹê bi tirmpêleke bombebarkirî xwest êrîşî gundê Sehlebiyê ya rizgarbûyî bike. Şervan zû bi tirmpêla bombebarkirî hesiyan û bi çekên giran dan ber guleyan. Tirmpêl beriya ku bigihêje hedefa xwe hat îmhakirin. Çeteyên DAIŞ di heman seetan de bi maşîneyeke din a bombebarkirî hewil da êrîşî gundê Çiya bike. Li vir jî şervanan rê neda çeteyan û tirmpêl dema dixwest bikeve gund de hat îmhakirin. Di encama teqînê de di malên gundiyan de xesara maddî çêbû û hinek xanî hilweşiyan.

Şervanan li gundên Sehlebiyê Şerqî û Xerbî yên duh hatibûn rizgarkirin û li gundê Bîr Hemad û Çiya yên şevê din hatin rizgarkirin dest bi operasyona lêgerînê û paqijkirina mayinên çeteyan kirin. Di encama xebatê de li gundê Bîr Hemad termê 8 çeteyan tevî 8 Kalaşnîkof, 2 doçkayên 12.5 mm, roketavêjek RPG (B-7), 3 motosiklet, yek Demançe, 2 hawanên 120 mm û gelek topên wê, çekek Law a artêşa Tirk, 2 rext, 2 yelekên teqemeniyê ketin destê şervanan.

Li gundê Çiya jî termê 13 çeteyan, 7 kalaşnîkof, 5 roketavêjên SPG-9 û durbînek SPG-9 hatin dîtin.

Di şerê dijwar ê ku şev û rojekê ajotî de 2 şervanên Xezeba Firatê şehîd bûn.

(ekîp)

ANHA