1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 2 sivil mirin 3 polîs 5 kes birîndar bûn
2 sivil mirin 3 polîs 5 kes birîndar bûn,2,sivil,mirin,3,polîs,5,kes,birîndar,bûn

2 sivil mirin 3 polîs 5 kes birîndar bûn

A+ A-

Şevê din li Êlihê polisan li dijî wesatiya pilakeya wê 72 EA 916 ku hate gotin endamên HPG'ê têde hene êrîş pêk anî û pevçûn derket. Di pevçûnê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û jê 3 polîs 5 kes birîndar bûn.

Şevê din li kolana Aydinkonakê ya taxa Yavûz Selîm a Êlihê polîsan li dijî maşîneya pilakeya wê 72 EA 916 ku hate gotin endamên HPG'ê têde hene êrîşa çekdarî pêk anî. Di pevçûnê de ji malbata Dogrul Mizgin Dogrul û keça wê ya 4 salî Sultan Dogrul jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de bav Talat Dogrul û keça wan a 5 salî Şeyma Dogrul jî birîndar bûn. Her wiha yek jê serkomîser 3 polîs birîndar bûn. Li taxê operasyon hate destpêkirin.

Piştî bûyerê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Li taxa Îpregazê bi ser gelek malan de girtin û legerîn pêk anin.

Her wiha li gelek kolanên bajêr xalên kontrolê hatin danîn û nasname hatin kontrolkirin. DÎHA (mae)