1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 2 zarokên din li sînorê Îranê hatin kuştin
2 zarokên din li sînorê Îranê hatin kuştin,2,zarokên,din,li,sînorê,îranê,hatin,kuştin

2 zarokên din li sînorê Îranê hatin kuştin

A+ A-

Li gundê Paçûxliya Jorî ya navçeya Qelqeliyê dema ku gundiyan mazot dianîn ji hêla leşkerên Îranê ve hatine gulebarankirin. Di encama êrişê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Gundiyên li gundê Paçûxliya Jorî ya navçeya Qelqeliyê gundiyên ku li ser sînorê Îranê li herêma Umutepeyê seat di 03.30'an de mazot dianîn rastî êrîşeke çekdarî hatin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh bi şev gundiyên mazot ji Îranê dianîn dema vegeriyan gund rastî êrişa çekdarî hatin. Hate zanîn ku leşkerên Îranê bêyî ku wan hişyar bike gule barandine. Di encama gulebaranê de gule li serê zarokên bi navê Omer Pay (15) ê ji gundê Paçûxliya Jor û Suat Baykara (15) yê ji gundê Çilê yê navçeya Ebaxê ketiye û jiyana xwe ji dest dane. Welatiyê bi navê Husnu Baykara jî ji destê xwe birîndar bû. Hate ragihandin ku Pay û Baykara li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane, gundî jî çûne cihê bûyerê, cenaze û birîndar hilgirtine. Omer Payê jiyana xwe ji dest dayî ji bo otopsiyê şandin Nexwexşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê Sûat Baykara û birîndar Husnu Baykara jî şandin Ebaxê.

Di 29'ê çilê de jî li Qelqeliyê leşkerên Îranê zarokê 15 salî yê bi navê Recep Daggezen kuştibû û yek kes ji birîndar kiribû. Hejmaran kuştinên li ser sînoran her ku diçe zêde dibin lê heta niha tu lêpirsîn nehatine kirin û der barê kuştinên li ser sînoran de rayedarên dewletê jî tu daxuyaniyan nadin.

DÎHA (ay/sa/mae)