1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 2ciwan înfaz kirin
2ciwan înfaz kirin,2ciwan,înfaz,kirin

2ciwan înfaz kirin

2 kes bi eşofman bûn, min bi çavên xwe dîtin her du ciwan înfaz kirin'

A+ A-

Li navça Peyasa Amedê polîsan vê şeveqê bi ser malekê de girtin û 2 kes li nava kolanê înfaz kirin. Înfaza polîsan ji aliyê şahidan ve jî hat piştrastkirin. Şahidê bûyerê got; "Polîsan destpêkê ji derve bombe avêtin nava malê, piştre jî 2 kes derketin ser şaneşînê. Her du kes dema ku fêm kirin dê bên kuştin xwe ji şaneşînê avêtin xwarê. Li ser wan eşofman hebûn û tişteke din nebû. Dema ku polîs hatin gel wan gotin; vana înfaz bikin. Piştre jî erd şuştin û cihê gulleyan guhertin, wekî ku pevçûn derketiye nîşan dan.

Li taxa huzurevleriya navça Peyasa Amedê du kes hatin înfazkirin. Şahidê bûyer dema înfazkirina 2 kesan ku bi çavê xwe dîtine ji ajansa me DÎHA'yê re vegotin. Agahiyên der heqê înfaza 2 kesan de jî bi gotinên şahidan zelaltir bûn. Li gorî agahiyên şahidê bûyerê polîsan vê şeveqê li dora saet di 05:30'an de tevî tîmên tevgera taybet bi ser malekê de girtin û 2 welatî înfaz kirin. Şahidê bûyerê C.Ö diyar kir ku ew saet di 5:30'an de bi dengê bombeyê hişyar bûne û got; "Teqez pevçûn tune ye. Her du kes hatin înfazkirin. Me bi çavên xwe dîtin. Piştî dengê bombeyê ez ji nav cihên xwe rebûm û min ji pencerê derve nêrî. Polîsan destpêkê bombe avêtin şaneşîna wan. Her du kes derketin ser şaneşînê. Dema ku wan fêm kir yên derve dixwazin wan bikujin, xwe ji şaneşînê avêtin xwarê. Demekê li erdê man piştre jî xwestin rabin ser piyan lê dîsa ketin xwarê. Piştre dîsa xwestin serê xwe rakin. Di wê kêlîkê de polîs hatin ser serê wan rawestiyan û henekê xwe bi wan dikirin. Bi çekên xwe li wan dixistin. Ji derveyî eşofmanên ser wan tişteke din li gel wan nebû. Piştre polîsê ku nêzî wan bû got; 'di destê wan de bombe heye gulle li wan reşînin.' li ser vê yekê polîsan gulle li serê wan reşandin û ew înfaz kirin. Ji destpêka bûyerê ta dawiyê min bûyer bi çavên xwe dît."

C.O anî ziman ku piştî gulle li her du kesan reşandin nêzî saet û nîvekê li erdê rawestandin û avahî dorpêç kirin. C.O. got; "Piştî ku her du kes kuştin polîsan avahî bi çekên lûledirêj reşandin. Wekî ku pevçûn derketiye nîşan didan. Deriyê hin malan şkênandin û xwestin bikevin hin malan. Piştî saet û nîveke din cenaze ji erdê rakirin. Polîsan piştre cihê bûyerê bi panzeran şuştin û cihê gulleyan guhderin. Min bi çavên xwe dîtin ku polîsan delîl ji holê rakirin."

C.O. destnîşan kir ku teqez her du kes di encama pevçûnê de nehatine kuştin, hatine înfazkirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Navberekê polîsan berê çeka bi lazer zivirand ser min. Li min gefa ez ê te bikujim xwar. Tiştên ku îro li taxê hat jiyîn wehşet bû, îşkence bû." DÎHA (ak)


Bêjeyên Miftehî