`300 girtî nexweşên giran in`
Şengul: Li girtîgehan 300 girtî nexweşên giran in
Endama Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê û Endama Komîsyona ÎHD'ê Necla Şengul, anî ziman ku di sala 2011'an de girtin û binçavkirin herî zêde bûn û herî zêde di 2011'an de li girtîgeha bûyerên îşkence pêk bên. Şengul, anî ziman ku dê sala 2011'an wekî sala îşkence û girtinê bê bibîranîn. Şengul da zanîn ku nêzî 300 girtî nexweşiya wan giran in û divê bi lezgîn bên dermankirin.
Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya meha sibatê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê 130 hezar û 617 kes di girtîgehan dene. Li gel vê yekê roj bi roj bi dahan kes tên girtin û hêjmara girtiyan a li girîgehan zêde dibe. Li girtîgehan li aliyekî hêjmara girtiyan, li aliyê din tecrîd, îşkence, binpêkiran mafan û neheqiya li dijî girtiyan jî zêde dibe. Endama Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê û Endama Komîsyona ÎHD'ê Necla Şengul, li ser rewşa girtîgehan encama rapor û lêkolînên ÎHD'ê yên sala 2011'an bi ajansa me DÎHA'yê re parve kir. Şengul, anî ziman ku sala 2011'an dê wekî sala îşkence û girtinan bê bibîranîn. Şengul, destnîşan kir ku ji ber binpêkirina mafên girtiyan, li girtîgehan pirsgirêka tenduristiyê jî derketiye asta herî jor. Şengul, da zanîn ku di sala 2011'an de binpêkirin, îşkence û hêjmara girtiyan ji sedî 100 zêde bûye û binpêkirina mafên girtiyan derketiye asta herî jor.
‘Di 2011'an de 724 girtiyan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD'ê dan'
Şengul, da zanîn ku li girtîgehan îşkence zêde bû û wiha axivî: "Di sala 2010'an de 524 girtiyên ku rastî îşkenceyê hatibûn, serî li komeleya me dan. Lê di sala 2011'an dejî hêjmar zêde bû û 724 girtiyan ji ber îşkenceyê serî li me dan. Di 2011'an de 698 girtî hatin sirgunkirin. Dema girtî sirgûnî girtîgehên din hatin kirin jî ji aliyê gardiyan û leşkeran ve rastî lêdanê hatin. Hatin tazîkirîn û neheqî li wan hate kirin. Dîsa girtiyan sirgûnî girtîgehên dûrî malbata wan dikin û ev ji bo malbata wan jî dibe îşkenceya rê." Şengul, destnîşan kir ku li gel vê yekê mafên girtiyan ên tenduristî û pêkanînên din zêde dibin û girtîgehê li girtiyan dikin zindan. Girtî rastî tecrîdê tên. Girtiyan ji bo van pêkanînan şermezar bikin dest bi çalakiyên gireva birçîbûnê kirin."
'Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
Şengul, destnîşan kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û pirsgirêkên mezin ên tenduristiyê dijîn. Şengul, bilêv kir ku di sala 2010'an de li girtîgehan 240 girtî nexweşên giran bûn, lê di sala 2011'an de hêjmar zêde bû û hêjmara girtiyên nexweşên giran derket 300 kesan. Şengul, derbirî ku Wezareta Dadê hêjmara tevahiya girtiyên nexweş wekî 416'an nîşan dide û wiha got: "Daneyên wezareta dadê rastiyê nîşan nadin. Di sala 2011'an de 25 girtiyan jiyana xwe ij dest dan. Hêjmara tevahiya girtiyên nexweş, gelek zêde ye. Girtiyên bi navê Latîf Bodur û Mehmet Aras ji ber Saziya Tipa Edlî rapor neda wan, jiyana xwe ji dest dan. Em her tim lîsteya girtiyên nexweş ji Wezareta Dadê re dişînin, lê li ber çavan nayê girtin."
‘Nameyên ji girtîgehê ji ÎHD'ê re tên şandin tên astengkirin
Şengul, da zanîn ku girityên ku jibo binpêkirina mafan nameyan ji ÎHD'ê re dişînin ji aliyê rêveberiyên girtîgehê ve tên astengkirin û bi vî rengi destûr nayê dayîn ku girtî li ser rewşa xwe û girtîgehê agahiyan bidin û wiha berdewam kir: "Gelek nameyên ji mere tên jî an nêvî tên an jî ser nivîsê hatiye reşkirin û ji mere tên şandin. Li girtîgehan li odeyên 10 kesan 30 kes dimînin. Li gorî daneyên Wezareta Dadê kapasîteya girtîgehan 13 hezar e, lê niha 130 hezar kes dimînin."
(mae)
