1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 31 sal in tiştek neguherî
31 sal in tiştek neguherî,31,sal,in,tiştek,neguherî

31 sal in tiştek neguherî

A+ A-

Hevbeşên Eniya Ked, Demokrasî û Azadî û Hewldana 78'an di 31 salvegera darbeyê 12 Îlonê de diyar kirin ku piştî darbeyê evqas dem derbas bû lê tu guhertin di aliyê hişmendiyê de pêk nehat.

Hevbeşên Eniya Ked, Demokrasî û Azadî û Hewldana 78'an, di 8, 9 û 12 îlonê de bi boneya 31'emîn salvegera darbeya leşkerî ya 12 Îlonê li Navenda Çand û Huner ya Yapi û Navenda Şano û Huner ya Enqerê dê panelên bi mijara "Darbeya faşîst ya ev 31 yek sala didome, em hesap ji hevdu dipirsin" û "Darbeyê 12 Îlonê pirsgirêka kurd û Xwseriya Demokratîk " li dar dixin. Ji bilî hevbeşên panelê parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, parlamenterên Stenbol Levent Tuzel, Sirri Sureyya Onder, parlamenterê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, parlamenterê Mûşê Demîr Çelîk, Seroka Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, Serokê ODP'ê Alper Taş û nûnerê ESP'ê Ziya Ulusoy yê wek panelîst tevlî panelê bibin. Berdevkê Hewldana 78'an Huseyîn Gevher jî we tevlî panelan bibe.

'AKP'e bi rengên 12'e yê Îlonê xemiliye'

Gevher anî ziman ku ew 17 salin hişmendiya darbe ya 12'e yê Îlonê nehatîye guhêrtin û wiha axifî: " Hikumeta AKP'ê ji bo ku rengê xwe bi Kapîtalîzma Gerdûnî, projeyên Rojhilatanavîn û sîstema cîhanê ya nû bixemlîne û hikûmeta xwe hêztir bike tevdigere." Gevher diyar kir ku, 12'e yê İlonê hişmendîya înkar, tunekirin û tasfîyeyê ye û ew gotin kirin: " Wê tekoşerên azadîya gelê kurd, dînamîkên civakî û ên bindest AKP'ê bişînin ba Çîller, Ecevît û Yilmaz."

'AKP dixwaze qetlîaman bi piştgirîya civakê bike'

Gevher a^n ziman ku, AKP'ê cilên xwe yê bi rengê leşkerî danîne û yên sivîl kişandine ser xwe, le hişmendîya xwe qet neguhêrtiye. Dawîya axaftina xwe de Gevher, gel hişyar kir ku AKP ji bo qetlîamên xwe dixwaze ji civakê piştgiriyê bigre û bila gel bi polîtikayên AKP'ê nexapin. DÎHA (dt-mç/mae)


Bêjeyên Miftehî