1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 32 saziyên sivîl hikûmetê hişyar kirin
32 saziyên sivîl hikûmetê hişyar kirin,32,saziyên,sivîl,hikûmetê,hişyar,kirin

32 saziyên sivîl hikûmetê hişyar kirin

A+ A-

Li Amedê 32 saziyên sivîl ên civakî biryara YSK'ê ya der barê Parlementeriya Hatîp Dîcle şermezar kirin û diyar kirin ku ev biryar li dijî wîjdan û mirovahiyê ye. Saziyan bang li hikûmetê kir û xwest bi lezgîn gavek erênî bavêjin.

32 saziyên sivîl ên civakî yên Amedê, bi boneya biryara YSK'ê ya xistina parlementeriya Parlementerê Eniyak Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Hatîp Dîcle de şermezar bike, li Şaxa Diyanet-Senê ya Amedê civîna çapemeniye pêk anîn. 32 saziyên ku sendîkayên Diyanet-Sen, Memur-Sen, Ozgur-Der, Şafak-Der, Cemîyeta Weyanê Îlîmê jî di navde civîn pêk anî û biryara YSK'ê şerezar kir.

Li ser navê saziyan Serokê Şaxa Diyanet-Senê ya Amedê Omer Evsen diyar kir ku biryara YSK'ê ya der barê Hatîp Dîcle de vîna civakê înkar kiriye û red kiriye. Evsen, anî ziman ku YSK'ê berê ji bo namzetiyê rê li pêşiya Dîcle vekiriye û piştî hilbijartinê jî parlementeriya Dîcle xistiye û ev yek înkar û reda vîna gel e. Evsen, anî ziman ku wekîltiya Dîcle ku bi dengekî zêde hatiye hilbijartin dane namzetê AKP'ê û vîna 80 hezar mirovan tune kiriye.

Evsen, xwest zagontiya biryara YSK'ê û Dadgeha bilind bê niqaşkirin û wiha got: "Li welatekî ku dibêje ez dewleta heqûqê me ev pêkanîn nayê qebûl kirin. Ev biryar vîn û wîjdanê gel dişkîne û birîndar dikin."

Evsen, biryara Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Boykota meclîsê jî rexne kir û xwest parlementerên Eniyê vê biryarê dîsa di ber çavan re derbas bikin.

Evsen, bagn li hikûmetê jî kir û xwest hikûmet ji bo aloziyê ji holê rake gavên erênî bavêje û dest bi xebatê makeqanûna demokratîk bike. DÎHA