1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. '35 kesî dikujin makeqanûneke nû çênakin
'35 kesî dikujin makeqanûneke nû çênakin,35,kesî,dikujin,makeqanûneke,nû,çênakin

'35 kesî dikujin makeqanûneke nû çênakin

A+ A-

Vakfa Çanda Anatoliyê ya Hacî Bektaş Veli û Enstîtuya Elewiyan sempozyuma bi navê "Di bendemayina makeqanûnê de: Elewî" pêk anî. Di sempozyûmê de Hevserokê Daraza Demokrat Orhan Gazî Ertekin, diyar kir ku meclîs di nava qirîza nûnertiyê de ye û wiha got: "Tu rewşa ku meclîs makeqanûnê pêk bîne tune. Endamê Hîndekarê Zanistên Civakî yê Zanîngeha Bîlgî Alk. Doç. Dr. Kerem Altiparmak jî anî ziman ku li welatê ku 35 welatiyên sivîl bên kuştin makeqanûna nû nayê avakirin.

Li Tirkiyeyê niqaşên li ser makeqanûna nû didomin. Di vê serdemê de Vakfa Çanda Anatoliyê ya Hacî Bektaş Veli û Enstîtuya Elewiyan sempozyuma bi navê "Di bendemayina makeqanûnê de: Elewî" pêk anî. Di sempozyluma ku azadiya ol û wîjdan hate niqaşkirin de l ser makeqanûna nû jî axaftin hatin kirin. Li ser navê Enstituya Dokumantosyonê û Pekanîna Lêkolînê Prof. Dr. Ayhan Yalçinkaya axaftinê vekirinê kir.

Yalçinkaya, anî ziman ku dengekî ew nizanin ji ku tê û çawa hatiye bar û erkekî dide ser milê wan. Yalçinkaya, da zanîn ku elewî kurd, ereb û ermenî, jin misliman û ên din ku li ser vê axê dijîn ji wan dixwaze ku ew jî wekî perçeykî vê axê bibînin. Yalçinkaya, da zanîn ku divê kurd, elewî, ermenî, jin, û hemû kesên li ser vê axê dijîn bi nasname, çand û zimanê xwe bijîn.

'Nasnameya me li me bû zindan'

Yalçinkaya, da zanîn ku hen destûr nadin ku siyasetê bikin û hem jî destûr nadin ku tama nasname, vîn, çand û nirxên xwe bijîn. Yalçinkaya, destnîşan kir ku ew xistine halekî wisa ku ne wan dikujin û ne jî dihêlin ku bigêjin daxwazên wan û wan digivêjin.

'Divê Karê Diyanetê bê rakirin'

Alk. Doç. Murat Sevînç jî li ser mijara "Di welatekî Laiklîk de mafê jiyanê" pêşkêşî kir. Di rûniştinê de Kezban Hatemî, da zanîn ku ji bo Caferiyan zagonên taybet hatin derxistin û xwest elewî ji bo mafê xwe tevgera hevbeş ava bikin.

'Pirsgirêka kurd û elewiyan ne yek alî ye'

Hatemî, da zanîn ku pirsgirêka kurdan û elewiyan ne tenê pirsgirêka wan e, pirsgirêka hemû gelê Tirkiyeyê ye. Pirsgireka kurd û elewiyan ne pirsgirêka yek alî ye û divê pir alî bê nirxandin û wiha got: "Divê em hemû bi hevre vê pirsggirêkê çareser bikin. Divê em hemû kedê bidin.

'Kesên li hemberî komkujiyê bêdeng bimînin şeytanê bêziman e'

Hatemî, destnîşan kir ku kesên li hemberî vê komkujiyê bêdeng bimîne şeytanê bê ziman e û wiha axivî: "Ji bo ku em êdî bes rastî kuştin û komkujiyan bên divê em bi lezgîn makeqanûna nû ava bikin. Ji ber vê yekê divê em pir li ser vê makeqanûnê rawestin û serê xwe biêşînin"

Riza Turmen jî li ser pirsgirêka Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê rawestiya û wiha axivi: "Laiklîk, liser bêalî û piraniyê ava dibe. Li Tirkiyeyê naveroka Laiklikê hatiye avakirin. Laîklik bingehê demokrasiyê ye. Heta ku laîklîk pêk neyê demokrasî pêk nayê.

Hevserokê Daraza Demokrat Orhan Gazî Ertekin jî diyar kir ku meclîs di nava qirîza nûnertiyê de ye û wiha got: "Tu rewşa ku meclîs makeqanûnê pêk bîne tune. Li Tirkiyeyê çep, rast û lîberalê makeqanûnê tune. Makeqanûn bi awayekî apolitîk pêş dikeve. Di rojeva makeqanûnê de têgehên polîtîk tune. Divê aliyên faşist, otoriter, demokrat û aliyên din bên ronîkirin. Divê her kes polîtik bibe."

Ertekin, da zanîn ku di meclîsê de qirîza nûnertiya politik heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Tirkiyeyê nûnertiya gelek beşan tune. Komîsyona makeqanûnê ya ku Cemîl Çîçek serokatiya wê dike makeqanûnek demokratîk ava nake." Endamê Hîndekarê Zanistên Civakî yê Zanîngeha Bîlgî Alk. Doç. Dr. Kerem Altiparmak jî anî ziman ku li welatê ku 35 welatiyên sivîl bên kuştin makeqanûna nû nayê avakirin û wiha axivî: "Di welatê ku 35 welatiyên sivîl bi bombebaranan bê kuştin makeqanûnek demokratik ne pêkan e bê avakirin. Divê berî her tiştî kuştin bi dawi bibin." DÎHA (mae)