3 birayan riya rizgariyê di refên parastinê de dît
KOBANÊ- Pêşiyê komên çete malên wan talan kirin, piştre neçarî koçberiyê kirin. Bi malbatî hatin Kobanê, lê piştî ku çeteyan li vir jî êrîşî herêmê kirin, 3 bira li pey hev tevlî refên YPG’ê bûn û di eniyên parastinê de cih girtin.
Gelek kes rêbazên YPG’ê di parastina ax û gel bê cudahî, beşdarî nava refên YPG’ê bûn. Gelek malbat ciwanên wan piştî koçberî herêma Kobanê bûn, beşdarî nava refên YPG’ê bûn. Yek ji van malbatan ji bajarê Reqayê koçberî herêma Kobanê bûn û 3 ciwanên xwe tevlî nava xebatên parastina herêmê yên 3 eniyên şer kirin û di nava YPG’ê de cih girtin.
Birayên bi navên Qehreman (31), Mihemed (27) û Hogir (24) li bajarê Reqayê ji dayîk bûn. Ji ber ku di nava ereban de mezin bûn, bi kurdî kêm diaxivin. Beriya salekê piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî malbatên Kurd ên bajêr kirin, neçar man ku koçî herêma Kobanê bikin.
Piştî ku koçber bûn, ciwanan exlaq û rêbazên şervanên YPG’ê derbarê parastina ax û gelê herêmê de bêyî ku tu cudahiyê bixin nava tu kesî ji nêz ve nas kirin. Li ser vê yekê hersê birayan yek li pey yekî beşdarî nava refên YPG’ê bûn û hemû jiyana xwe ya kesane li pey xwe hiştin û cihê xwe di nava xebatên parastina herêmê de girtin û her tişt danîn ber çavên xwe.
Mihemed Kobanê ku di nava hevalên xwe de bi navê “Ebû Seqir” tê naskirin, cihê xwe di eniyên şer ên rojavayê herêma Kobanê de digire. Mihemed derbarê beşdarbûna xwe û birayên xwe de ji ANAH’yê re axivî û ev tişt anîn ziman: “Me demeke dirêj li bajarê Reqayê derbas kir û me zimanê xwe hêdî hêdî ji bîr dikir. Piştî ku em ji bajarê Reqayê koçber bûn, me berê xwe da herêma Kobanê, em ji nû ve li edet û netewa xwe ya Kurd vegeriyan. Li vir me rastiya YPG’ê û armancên wê ku bi hemû hêza xwe parastina ax û welat dike, ji nêz ve nas kir.”
Mihemed got ku ev yek ji sedemên sereke ku hişt ew beşdarî nava refên YPG’ê bibin û da zanîn ku ev saleke xebatên xwe di nava YPG’ê de didomînin û wiha got: “Em beşdarî gelek berxwedan û pevçûnên li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bûn.”
Mihemed ku di mewziyekê de cihê xwe li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên derdora gundê Zormixarê yê rojavayê herêmê digirt, got ku çeteyên DAIŞ’ê gundên Zormixar, El-Beyadiyê û El-Cedîdê tenê di 2 rojan de bi 3 hezar topên hawanê topbaran kirin û wiha destnîşan kir: “Van çeteyan ewqas çek ji ku derê anîne? Ev komployeke li dijî gelê Kurd tê meşandin û gelek dewletên herêmî ku dixwazin gelê Kurd tune bikin û destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku di 19’ê tîrmehê de hatine bi dest xistin, têk bibin, beşdarî vê komployê bûne.”
Mihemed diyar kir ku tevî ku şervanên YPG’ê di gund de tune bûn, çeteyên DAIŞ’ê bi hovîtî malên welatiyên sivîl topbaran kirin û wiha pêde çû: “Ev yek tê wateya ku armanca wan ew e ku gundên kurdan vala bikin û malên welatiyan talan bikin.”
Mihemed di berdewama axaftina xwe de wiha dom kir: “şervanên YPG’ê li vir xwe dabeşî du beşan kirin, beşek ji bo bersiva çeteyan û parastinê bikin û beşê din jî ji bo welatiyên sivîl ji êrîşên çeteyan rizgar bikin. Bi vê yekê me karibû ku em hemû welatiyên sivîl ji bin topbarana çeteyan rizgar kirin.”
Mihemed da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ’ê di bin navê ola Îslamê de û di vê meha Remezana pîroz de komkujiyên herî kirêt li dijî mirovahiyê pêk tînin û got: “Ji ber vê yekê divê her welatiyekî îslamî li seranserî cîhanê helwesta xwe li dijî van çeteyan nîşan bide. Divê hemû rêxistinê mirovî ji bo êrîşên li dijî gelê Kobanê rawestînin tevbigerin.”
Mihemed di axaftina xwe de her wiha got ku şervanên YPG’ê xwedî maf in û parastina welatiyên sivîl dikin, ji ber vê yekê serkeftina şervanên YPG’ê misoger e.
Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyên herêma Kobanê û bi taybet nifşê ciwanan kir ku beşdarî nava xebatên parastin û seferberiyê bibin û destkeftiyên ku bi xwîna hezaran şehîdan hatine bi dest xistin biparêzin.
Herdu birayên din Qehreman û Hogir li eniyên şer ên rojhilat û başûrê herêma Kobanê cihê xwe digirin û bi rola xwe ya parastina axa herêmê û gel dikin. Herdu birayan piştî ku di perwerdeyên leşkerî û bîrdozî re derbas bûn, beşdarî gelek çalakiyên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bûn.
XUNAV ÎSA
(jh)
