1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 3 mehan ‘Kela Dimdimê’ terk nekirin
3 mehan ‘Kela Dimdimê’ terk nekirin,3,mehan,kela,dimdimê,terk,nekirin

3 mehan ‘Kela Dimdimê’ terk nekirin

Şervanên YPG-YPJ’ê ku li Kobanê li dijî dagirkirina DAIŞ’ê 3 mehan di avahiyekê de şer kirin, tevî bi dehan windahiyan, ji ber mewzî terk nekiribûn avahî wek ‘Kela Dimdimê’ bi nav kirin

A+ A-

Kobanê - Ferhat Arslan Şervanên YPG-YPJ’ê ku li Kobanê li dijî dagirkirina DAIŞ’ê 3 mehan di avahiyekê de şer kirin, tevî bi dehan windahiyan, ji ber mewzî terk nekiribûn avahî wek ‘Kela Dimdimê’ bi nav kirin.

Çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ ku di sedsala 21’ê de bi hemû pêkanînên xwe yên hov bala cîhanê kişand ser xwe, li dij Kobanê dagirkirin û komkujî pêk anîn. Şervanên YPG-YPJ’ê yên li dijî van êrîşan berxwedanek destanî nîşandan, mewziyên ku lê diman jî her yek bîranînek wê dertê holê. Yek ji van mewziyên berxwedanê avahiya 4 kat ya li erdê vala ya Kobanê ku 3 mehan 4 şervan lê têkoşiyan bûn. Bi berxwedana li vir re pêşî li ketina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hat girtin.

Li avahiya ku du kolan li dûrî deriyê sînor e, 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan û du jî tevî hemû êrîşên çekên giran ên DAIŞ’ê avahî terk nekirin û li ber xwe dan.

Yek ji fermandara Eniya Rojhilat a YPJ’ê Sorxwîn Zagros ku sê mehan li avahiyê ma, tiştên jiyan vegot. Zagros bi lêv kir ku şervanê YPG’ê Rojhat Koanê li ser congên wê can daye û navê danîna avahiyê ya ‘Kela Dimdimê’ jî wiha vegot: “ Dema DAIŞ ket navenda bajar, Dîrok, ez, Dilovan û Rojhat em li avahiyê diman. Ji ber vê avahiyê derî bi rehetî didît, me Doçka li vir ava kir. DAIŞ’ê jî bi êrîşên xwe yên li dijî derî dixwest avahiyê bigire. 4 hevalên me yên li derveyî avahiyê şehîd ketin. Lê em kesên di avahiyê de bi mehan bi şev û roj li dij êrîşan me xwe parast, me nehişt dijmin berê xwe bide derî. Di demên dawî yên şer de Dilovan di êrîşên çekên giran de jiyana xwe ji dest da. Rojhat jî bi çeka sûîqestê ji serê xwe ve gule girt û li ser congên min jiyana xwe ji dest da. Ez naxwazim vê mijarê biaxivim. Lê wan hevalan li Kela Dimdimê berxwedanek mezin nîşan dan. Ji ber vê dema êrîş li dijî me pêk dihatin me wisa digot; em ê ti car desûur nedin ku ev avahî bikeve destê wan, ji ber ku di destpêka şer de berxwedana Serzorê hebû. Me wek fedayiyên Rêber Apo soz da em ê avahiyê bikin ‘Kela Dimdimê’. Hevalên me yên şehîd ketin heta dawiya jiyana xwe, avahî parastin û nehiştin dijmin berê bidin derî. Ger îro ev avahiya ku tevî hemû pevçûnan veguherîbe ‘Kela Dimdimê’ ev ruhê fedayî yê Rêber Apo ye. Wir êdî ‘Kela Dimdimê’ ye.”

Dîrok Efrîn ku wê jî sê mehan li avahiyê li ber xwe da, got ku ligel temenê xwe yê biçûk, ji ber soza ku daye hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane, bîne cih, li wir maye û got: “Çeteyan ji eniya Rojhilat bi tankan êrîş dikir, piranî avahî ji ber tank û topan hilweşiyan lê avahiya me tiştek nebû. Tevî hemû êrîşan em ji avahiyê derneketin. Bi rojan xew neket çavên me. Rojekê ez û hevalê Rojhat li mewziyên xwe razabûn. Lê fermandarê me ji bo em nerehet nebin em hişyar nekirine. Lê topek li avahiyê ket û em wisa hişyar bûn. Bi mehan me serê xwe neşûşt. Me cilên xwe neguhert. Gelek şervan birîna wan nedihat dermankirin. Heval Rojhat got, heval em ê ‘Kela Dimdimê’ bernedin, em ê djimin ji vî bajarî derxin û li Girê Miştenûr ala xwe biçikînin. Heval Rojhat li ber çavên min jiyana xwe ji dest da. Ji min re got; ‘Heval dîrok divê em Kela Dimdimê bernedin, an wê derî bikeve. Ji hemû hevalên min re silavan bêje. Bijî serok Apo’. Heval Rojhat tam 40 rojî şev û roj şer kir. Hevalê Dilovan bi xayînî hat şehîdkirin. Vê hêrsa me mezin kir. Li Kela Dimdimê wan mirovên xweşik xwîna xwe rijand. Piştî çete ji bajar hatin derxistin min daxwaza hevalê Rojhat anî cih û min li Girê Miştenûr ala YPG’ê çiqand. Divê êdî hemû cîhan vê bizane. Em ê cîhanê li çeteyên DAIŞ’ê bikin dojeh.”