1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 3 sivîl hatin qetilkirin
3 sivîl hatin qetilkirin,3,sivîl,hatin,qetilkirin

3 sivîl hatin qetilkirin

A+ A-

Li navenda navçeya Şemizînanê di navber gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de şere dijwar qewimî. Polîs û leşkeran rasterast derdorê gulebaran kirin. Di encama gullebarana leşkerên Tirk de Osman Erbaş ê 14 salî, Necdet Gurelî û Tayyar Gurelî yê 35 salî jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku di şer de herî kêm 1 astsubay û polîsek hatine kuştin, 7 jê cendirme 10 kes birîndar bûne.

Li navçeya Şemizînan a Colemêrgê, seat di derdorê 22.00 li dijî midûriyeta emniyeta navçeyê çalakiyek hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de şerek dijwar qewimî.

Hat diyarkirin ku polîs û leşkeran rasterast herêmê gullebaran kirin. Li gor agahiyên Şaredarê Şemizînan Sedat Tore dane di dema şer de di garaja cendirmeyan de şewat derketiye.

Di encama gulebarana leşkeran de welatiyên sivîl ên bi navê Osman Erbaş, Necdet Gurelî û Tayyar Gurelî yên di daweta li ber Şaredariya Şemizînan bûn jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên ne teqez, di encama şer de leşkerek û polîsek mirin. Her wih welatiyên bi navê Mesut Demir, Resul Çetin û Bilal Özer ên birîndar bûn rakirin Nexweşxaney Dewletê ya Şemizînan û Geverê.

Xizmek ê birîndaran diyar kir ku dema wî bihîst xizmê wî birîndar bûye, bezî çû nexweşxaneya Şemizînanê, lê li ber deriyê nexweşxaneyê polîsan li wî xistin.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî