1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 40 jin hatin kuştin, destdirêjî li 13 zarokan hate kirin
40 jin hatin kuştin, destdirêjî li 13 zarokan hate kirin,40,jin,hatin,kuştin,destdirêjî,li,13,zarokan,hate,kirin

40 jin hatin kuştin, destdirêjî li 13 zarokan hate kirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF

Polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP'ê, îstîsbara zayendî, êrîşa zayendî û şîdeta li jin û zarokan zêde dikin. Li gorî agahiyên ji malperên nûçeyan ajan û rojnameyên herêmî hatine hevdan, di nava meha Cotmehê de 40 jin hatin kuştin, destdirêjî li 13 zarokan hat kirin û 26 jin bûn hedefa şîdetê. Li gorî daneyên meha Cotmehê kuştina jinê ji sedî 67, destdirejiya zayendî ya li zarokan jî ji sedî 160 zêde bûn.

40 JIN HATIN KUŞTIN

Daxuyanî û gotinên zayendîperest ên rayedarên dewletê, li kolanan, malan, kargehan, bi kurt û kurmancî li her qada jiyanê weke destdirêjî, destavêtin û şîdetê bandorê li jiyana jinan dikin. Di nava meha Îlonê de 24 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Ev hejmar di meha Cotmehê de bû 40. 13 ji van jinên hatin kuştin, ji aliyê mêrên ximzên xwe, 13 jî ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin kuştin. Di meha Cotmehê de 4 jin bi qezayê, 8 jî bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Li dijî vê şîdetê, 5 jinan li dijî mêrê ku dixwestin wan bikujin û şîdetê lê bikin, mafê xwe yê xweparastinê bi kar anîn.

MÊRÊN DEST DIRÊJÎ 13 ZAROKAN KIRIN, 3 ZAROK KUŞTIN

Zêdebûna şîdet, destavêtin û destdirêjiya li jinê, di heman demê de şîdet û destdirêjiya li zarokan jî zêde kir. Di meha Îlonê de destdirêjî li 5 zarokan hat kirin. Ev hejmar di meha Cotmehê de bû 13. Ji van zarokan 2 jê hatin kuştin. Derya B. a bi zorê hat zewicandin û di 15 salî de ducanî bû, xwîn rijiya ser mejiyê wê û jiyana xwe ji dest da.

HÊZÊN DEWLETA TIRK 13 JIN Û 3 ZAROK KUŞTIN

Hêzên dewleta Tirk ev saleke hem bi qedexeyên derketina derve hem jî bi hin hincetan êrîşî bajarên Kurdistanê dikin. Di nava vê demê de hêzên dewletê bi sedan jin û zarok uştin. Di meha Cotmehê de jî 13 jin û 3 zarok kuştin. Di 10 mehên destpêkê yên sala 2016'an de herî kêm 234 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Her wiha destdirêjî li 334 zarokan hat kirin. 264 jin jî bûn hedefa şîdetê.