1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. 47 mûxalîfên rejîmê li Erebîstana Siûdî hatin îdamkirin
47 mûxalîfên rejîmê li Erebîstana Siûdî hatin îdamkirin,47,mûxalîfên,rejîmê,li,erebîstana,siûdî,hatin,îdamkirin

47 mûxalîfên rejîmê li Erebîstana Siûdî hatin îdamkirin

Li Erebîstana Siûdî, lîderê olî yê Şîa Ayetûllah Nemr Bakir en-Nemr jî di nav de 47 mûxalîfên rejîmê hatin îdamkirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Rêveberiya Erebîstana Siûdî da xuyakirin, ku lîderê olî yê Şîa Ayetûllah Nemr Bakir en-Nemr jî di nav de 47 mûxalîfên rejîmê hatine îdamkirin. Hat ragihandin, ku Berdevkê Wezareta Karên Derve wê li ser îdaman îro daxuyaniyekê bide. Ayetûllah Nemr Bakir en-Nemr ku yek li lîderên olî yê Şîa yê li welêt tê naskirin e, di sala 2011'an de tevî xwepêşandanên li Bahreynê li bajarê Katîfê piştî protestoyên li dijî rejîmê di sala 2012'an de bi sûcdariya "protesto teşwîq kiriye, fesadî derxistiye, li hemberî hêzên ewlekariyê li ber xwe daye, hewl daye gule berde" hatibû binçavkirin.

Nemr, di dema binçavkirinê de hewl dabû bireve û bi birîndarî hatibû zevtkirin. Di sala 2013'and e Nemr hatibû darizandin.

NEMR KÎ YE?

Nemr di sala 1958'an de li bajarê Katîf ê Erebîstana Siûdî ji dayik bû û ji aliyê Şîan ve weke 'Ayetûllah' tê binavkirin. Li bajarê Katîfê ku piraniya şêniyên wê Şîa ne, destek da xwepêşandanên sala 2011'an. Di xûtmeyên xwe yên Înê de Nemr zextên li Şîa tên kirin rexne dikir.