4 hezar û 888 kes fêrî pîşe bûn
Di 4 salan de 4 hezar û 888 kes fêrî pîşe bûn
Kursên ku di bin baneya qada jiyana pevpar de li Parka Sumerê hatine vekirin welatiyan dikin xwedî pîşe. Navenda Bidestxistina Pîşeyan a Sumerparkê heta niha di nava 4 salan de 4 hezar û 888 kes perwerde kirin. Jê 2 hezar û 704 jin li vir perwerde bûn û bûn xwedî kar.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2009'an de li Qada Jiyana Pevpar a Sumerparkê Navenda Bidestxistina Pîşeyan vekir. Kursên pîşe ku li vê navendê hatin vekirin rastî eleqeyek mezin hatin. Bi hezaran kesên hatin li van atolyeyên pîşeyî perwerde bûn, fêrî pîşe bûn û bûn xwedî kar. Herî zêde jin serî li vê qadê didin û dixwazin bibin xwedî pîşe û huner. Welatiyên ku piştî koçberiyê hatin li Amedê bi cih bûn û di qada aborî û civakî de travma derbas kirin, ji bo ku pirsgirêka xwe ya aborî û çandî çareser bikin û derûniya xwe rehet bikin serî li Navendê didin û fêrî pîşe dibin. Navenda Bidestxistina Pîşeyan a Sumerparkê heta niha di nava 4 salan de 4 hezar û 888 kes perwerde kirin. Jê vê hêjmarê 2 hezar û 704 jin li vir perwerde bûn û bûn xwedî pîşe û kar.
Şefê Navenda Bidestxistina Pîşe Serkan Demîrkirina diyar kir ku bi vê navendê armanc dikin ku rêveberiya cewherî û baweriya li hemberî xwe xurt bikin li tax, kolan û bajar, piştevanî, yekîtiya kar, hunerê pêş dixin. Demîrkiran, anî ziman ku li bajar betalî û xizanî zêde ye û dixwazin bi van kursên didin rê li pêş betalî û xizaniyê bigirin. Demîrkiran, da zanîn ku wan di sala 2009'an de di 17 qadan de ji bo pîşeyî atolye û kurs vekirin û di sala 2013'an de hêjmara atolyeyan derxistin 27'an. Demîrkiran, anî ziman ku kursên kurdî, dogalgaz, nanpêjî, tezîsat, tekstîl, kompîtûr, muhasebe, nerîna rû, kuaforî, gerdanî, pêşnûmeya webê, otomotiv, tasarım, perwerdehiya autucad, îngîlîzî, û gelek beşên din.
Demîrkan anî ziman ku ji di sala 2009'an de 853, di sala 2010'an de hezar û 687, di sala 2011'an de hezar û 92, di sala 2012'an de 672 û di sala 2013'an de 584 bi tevahî 4 hezar û 888 welatî perwerde kirin. Demîrkiran anîn ziman ku ji vê hêjmarê 2 hezar û 704 jin in. Demîrkiran da zanîn ku ew berê pêşengiyê didin jinê û dixwazin jin bibe xwedî pîşe û karibe bi xwe pirsgireka xwe ya aborî çareser bike.
Demirkıran, da zanîn ku wan kussa xwendin û nivîsandina kurdi jî dane destpêkirin û dixwazin di pêşerojê de pêdiviya hemû saziyên sivîl ên civakî yên kadro temîn bikin. Demîrkiran, anî ziman ku ji bo kursiyeran xizmeta sinema, pîknîk, şano, ger û seyran û xebatên din jî didin. Demîrkiran, da zanîn ku ji bo jinan jî di çarçoveya Bernameya Perwerdehiya Mafê Mirovan û Jinan (KİHEP) de perwerdehî didin.
(mae)
