1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 4. Rojên Fîlman ên Bazidê dest pê kir
4. Rojên Fîlman ên Bazidê dest pê kir,4,rojên,fîlman,ên,bazidê,dest,pê,kir

4. Rojên Fîlman ên Bazidê dest pê kir

A+ A-

AGIRÎ (DÎHA) - 4'emîn Rojên Fîlman ya Bazidê ku ji aliyê Şaredariya Bazidê ve tê organîzekirin, di 24'ê gulanê de dest pê kir. Îsal di rojên fîlman de wê giranî ji fîlmên jinan re bê dayîn.

Bernamaya 4'emîn Rojên Fîlman a Bazidê ku ji aliyê Şaredariya Bazidê ve tê organîzekirin aşkera bû. Beriya niha hatibû aşkerakirin ku rojên fîlman di 17'yê gulanê de dê bê lidarxistin, lê ji ber hin kêmasiyên teknîkî rojên fîlman di 24'ê gulanê de hat lidarxistin. Di çalakiya ku dê 3 rojên bidomê de îsal dê giranî bidin fîlmên jinan. Şaredara Bazidê Canan Korkmaz ku derbarê mijarê de agahî dan diyar kir ku dê giranî bidin fîlmên jinan û wiha axivî: "Îsal çalakiya me ji ber hin kêmasiyên teknîkî, hefteyekî hat taloqkirin. Ez taybet bang li jinan dikim ku îsal tevli çalakiya me bibin."

Bernameya çalakiyê ya hatiye aşkerakirin wiha ye:

"* Di 24 gulanê roja înê, piştî bernameya vekirinê, saet di 18.00'an de dê li Salona Sînemayê ya Mîgrosê fîlma derhinêr Er Wans Briand ya bi navê "Jinên Araratê" (The Women of Mount Ararat) bê nîşandan.

* 25 gulanê roja şemiyê saet di 15.00'an de fîlma derhinêr Nadîne Labakî ya bi navê "Başe niha biçin li ku?" (Peki Şimdi Nereye? û saet di 18.00'an de jî fîlma derhinêr Mîzgîn Mujde Arslan ya bi navê,"Ez firiyam tu may" (Ben Uçtum Sen Kaldın) dê bê nîşandan.

* 26 gulanê roja yekşemê saet di 15.00'an de bi tevlibûna derhinêr Can Orhan, saet di 18.00'an de jî bi tevlibûna derhinêr Erdem Tepegoz dê gotubêjek bê lidarxistin."

(lg)