4 zarok mirin 13 zarok birîndar bûn
Di 7 mehan de 10 bombeyên leşkeran teqiyan: 4 zarok mirin, 13 zarok birîndar bûn
Li herêmê ji ber ku bê navber operasyonên leşkerî tên meşandin û leşker bombeyan û madeyên teqemeniyê li pey xwe dihêlin zarokên ku diçin nava zeviyan û şivantiyê dikin dibin qurbana teqemeniyê leşker û dewletê. Di 7 mehên ewil ên 2012'an de 4 zarok bi bombeyên leşkeran mirin û 2 jê mezin 11 zarok bi tevahî 13 kes jî birîndar bûn.
Wekî her sal îsal jî li herêmê di demsala havînê de operasyonên leşkerî derket asta herî jor û li her derê operasyonên leşkeri tên meşandin. Bi zêdebûna operasyonên leşkerî kuştina welatiyên kurd jî zêde dibe. Di teqînên mayin û bombeyên leşkerên dewletê de herî zêde zarok jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku li her derê operasyon zêde bûn teqin û kuştin jî zêde bûn. Di 7 mehên ewil ên sala 2012'an de 9 teqîn pêk hatin û di van teqînan de 4 zarok hatin qetilkirin û 2 mezin 11 zarok bi tevahî 13 kes jî birîndar bûn û seqet man.
Bîlançoya 7 mehên ewil û salên borî wiha ye:
* 28 Tirmeh: Li navçeya Rezan a Amedê li ser kolana Goçmenlerê teqîn pêk hat. Di teqînê de zarokê 11 salî Baran Tunç û zarokê 17 salî Ercan Çiçeklî birindar bûn. Tunç û Çîçeklî ku birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê û Nexweşxaneya Taybet a Rezan.
* 28 Tîrmeh: Li Îdirê li nêzî qada leşkerî teqîn pêk hat. Di teqînê de şivanê 29 salî Şefîk Çakmaz bi giranî birîndar bû.
* 23 Tîrmeh: Li gundê Kadan ê navçeya Elbaka Wanê teqin pêk hat. Di teqînê de şivanê 14 salî Yucel Gonultaş birîndar bû û 100 mih jî mirar bûn. Malê Yucel Îhsan Gonultaş, anî ziman ku herêm wan pezê xwe lê diçêran ji aliyê leşkeriyê ve mayin hatibûn çandin.
* 12 Tîrmeh: Hate zanîn ku li gundê Qizilkanê yê navçeya Bazîda Agiriyê teqîn pêk hat. Di teqîna li nêzî qada leşkerî pêk hat de zarokê 14 salî Ertan Tilaver li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û zarokê 12 salî Adem Yîgît bi giranî birîndar bû. Yîgît rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê. Cenazeyê Tilaver jî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.
* 30 Hezîran: Li taxa Bilbês a navçeya Elkê ya Şirnexê li cihê ku her tim cerdevanan lê nobet digirt saet di 06.15'an de teqîn pêk hat. Di teqînê de cerdevanê bi navê Yunus Cîn jiyana xwe ji dest da.
* 23 Hezîran: Li Taxa Yenî ya girêdayî Navçeya Çelê ya Colemêrgê de 2 zarokên ku li ber kulubeya leşkeran a nêzî kevirê sînorê 49'emîn pezên xwe diçêrandin pêl li mayinê kiribûn û di encamê de zarokê bi navê Şaban Aslan (12) jiyana xwe ji dest dabû. Zarokê bi navê Hamdîn Ateş (17) jî bi giranî birîndar bibû û piştî Ocaxa Tendûristiyê ya Çûkûrcayê bi helîkoptera leşkerî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Hate zanîn ku Ateş xetereya jiyanê derbas kiriye, lê di encama teqînê de 2 tiliyên wî yên destê rast jê bûye.
* 21 Hezîran: Ji 2 zarokên ku li Taxa Yenî ya Çelê ya Colemêrgê pêl li mayînan kiribûn û birîndar bibûn, zarokê bi navê Şaban Aslan (12) jiyana xwe ji dest da.
* Di 06'ê Gulana 2012'an de li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê li nêzî baxçeyê malbata Erdogan teqîn pêk hat. Di teqîna bombeyê de zarokê 13 salî Şukru Erdogan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Esmanur Ozdemîr (8) jî birîndar bû.
* Di 4'ê sibata 2012'an de li navçeya Akçakale ya Rihayê teqîn pêk hat. Di teqina ku nêzî Fermandariya Cendirmeyan pêk hat de leşkerê bi navê A.O (22) birîndar bû.
* Di 8'ê Gulanê 2012'an de li qada leşkerî ya Dihê ya Sêrtê teqîn pêk hat. Di teqînê de 4 zarok birîndar bûn. Zarokên bi navê Mehmet Toprak (10), Adnan Kurt (9), Yalçın Ertaş (8) û Şukru Yildirim (7) rakirin nexweşxaneyên cuda.
* Di 7'ê gulanê de zarokê bi navê Sezer Dûman (13) li Taxa Kanîheyder ya Geverê poşetekî di gelaş de dîtî pê leyîzî. Di vê navberê de teqîn rû da û Dûman giran birîndar bû. Ambûlansa ku hat cihê bûyerê Dûman rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û piştre rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
* Li navçeya Berwarî ya Sêrtê zarokê 17 salî Kemal Açik bi teqîna mayinê birîndar bû.
* Li gundê Bizokê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê şivanê 10 salî Nazif Yanar dema pezê xwe diçêrand rastî mayinê hat û birîndar bû.
* Li navçeya Hezexê ya Şirnexê şivanê 11 salî Harun Suna dema ku pezê xwe diçêrant rastî teqînê hat û bi giranî birindar bû.
* Di 6'ê Cotmeha 2010'an de: Zarokê bi navê Ahmet Îmre yê 12 salî, di encama teqîna cisma li çoltera li Gundê Sevadî yê girêdayî Bajaroka Findikli ya Navçeya Basayê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da. Zarokekî di heman temî ne jî bi giranî birîndar bû. Herêma zarokan lê dilîst, nêzî herêma leşkerî bû.
* 25'ê Gulana 2010'an de: Li naveçya Qerqeliyê ya Wanê, dema zarokan li metreyek dûrî polîgona guleberdanê ya Kişleya Orgeneral Mustafa Muglali a dora wê girtî dilîstin teqînek qewimîbû. Di encama teqînê de Oguzcan Akyurek ê 13 salî mir. 4 zarok jî birîndar bûn. Hate îdîakirin ku leşkerekî ji kişlayê teqemenî avêtiye nav zarokan.
* Li navçeya Rişmila Mêrdînê zarokê 14 salî Îzzettin Boz, bi teqîna bombeya leşkeran jiyana xwe ji dest da.
* Di 11'ê Mijdarê de: Li nêz Gundê Aslantepe yê di navbera navçeyên Hezex û Cizîrê yên Şirnexê de, zarokên bi navên Beşîr û Nujiyan Îdem ên 4 û 6 salî, di encama teqîna cîsmê li bexçê qereqolek berê dîtin de bi giranî birîndar bûn, lê Rojivan jiyana xwe ji dest da.
* 29'ê Îlonê: Zarokê Îranî yê bi navê Îsa Îmrahîmzade (14) li herama sînor a Bajaroka Bajêrgehê ya Naveçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin. Îbrahîmzade, yê ji Gundê Fireziyan ê girêdayî bajaroka Siro yê girêdayî Urmiyeyê ye, hate zanîn ku di nava sînorên Tirkiyeyê de li ser reya bejayî hatiye kuştin.
* 22'yê Tîrmehê: Canan Saldik a 16 salî ku bi malbata xwe re ji bo seyranê çûbû Gundê Kurubaşê yê girêdayî Wanê, di ecama guleya li serê wê ket jiyana xwe ji dest da. Tê angaştin ku gule ji Kişlaya Hacibekîrê hatiye avêtin.
* 22'yê Nîrmehê: Li Şirnexê jî wesayîta zirhî ya li zaroka bi navê Bîrem Basan qelibî bû sedema mirina wê.
* 2'yê Nîsanê: Li Gundê Hangedîkê yê girêdayî Navçeya Çildêranê ya 10 kîlometreyî dûrî sînorê Îranê ye, xwendekarê pola 1'em a Lîeya Anatolyayê ya Şaxê Mehmet Nurî (14) ji aliyê leşkeran ve hat kuştin.
* Li bajarên herêmê ji sala 1989'an a pevçûn zêdebûn û heta niha ji ber guleyên leşker û polîsan zêdetirî 350 zarokên kurd jiyana xwe ji dest dan. Sala herî zarok hatin kuştin jî sala 1992'yan e. Ji bilî zarokên di zikê dayikên xwe de hatin kuştin, li gorî salan hejmara zarokên hatin kuştin wiha ne: Di sala 1989'an de 2, 1990'an de 41, 1991'an de 22, 1992'yan de 115, 1994'an an de 94, 1995'an de 17, 1997'an de 7, 1998'an de 8, 1999 'an de 12, 2000'an de 3, 2004'an de 1, 2006'an de 8, 2008'an de 5, 2009'an de 7 û di 2010'an de jî 7 zarokan bi giştî zêdetirî 350 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
(mae)
