1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 4’ê Gulanê divê bibe Roja Terteleyê ya Dêrsimê
4’ê Gulanê divê bibe Roja Terteleyê ya Dêrsimê,4,ê,gulanê,divê,bibe,roja,terteleyê,ya,dêrsimê

4’ê Gulanê divê bibe Roja Terteleyê ya Dêrsimê

12 komeleyên Elewiyan derbarê salvegera Qetlîama Dêrsimê daxuyanî dan û diyar kirin ku divê 4’ê Gulanê bibe Roja Terteleya 38’an a Dêrsimê û xwestin ku cihê gora Seyîd Riza were eşkerekirin

A+ A-

12 komeleyên Elewiyan derbarê salvegera Qetlîama Dêrsimê ya di salên 1937-1938’an de daxuyanî dan. 12 komele, weqf û federasyonê daxuyanî dan. Saziyan diyar kirin ku divê 4’ê Gulanê bibe Roja Terteleya 38’an a Dêrsimê û xwestin ku cihê gora Seyîd Riza were eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê li meclîsê Komîsyona Lêkolînê ya Terteleya 1937-38’an were avakirin û politîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li ser gelê Dêrsimê were bidawîkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Divê dewlet Qetlîama Dêrsimê qebûl bike, lêborîn ji gelê Dêrsimê bixwaze û aqûbeta zarokên piştî qetlîamê were diyarkirin.”

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî were eşkerekirin, projeyên bendavê yên li Dêrsimê were betalkirin.