1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 4. Şahiya Fîlman dest pê kir
4. Şahiya Fîlman dest pê kir,4,şahiya,fîlman,dest,pê,kir

4. Şahiya Fîlman dest pê kir

A+ A-

4. Şahiya Fîlman a Şaredariya Nisbînê bi beşdarbûna sedan kesa dest pê kir. Di şahiyê de fîlma kur a bi navê "Berf" û filma "Meş" hate pêşandan. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî şahiyê dan.

4. Şahiya Filman a Şaredariya Nisêbînê bi performansa Ekîba Govendê ya Mîtannî yê dest pê kir. Axaftina vekirinê ya şahiyê Şaredar Ayşe Gokkan kir. Gokkan di axaftina xwe de got ku ew bi rehetî nehatine van rojan û wiha got: "Em dizanin ku bi kedeke mezin hatine van rojan. Me Apê Musa, Ayşe Şan, Meryem Xan, Cîgerxwîn, Hozan Serhat, Hozan Mizgîn û Hozan Delîla ji bîr nekir. Îro em vê şahiyê bi saya kesên ku ji bo çand, huner, zimanê azad têkoşiyane dikarin li dar bixin."

Gokkan bal kişan li ser êrîşên polîsan a piştî doza 17 zarokan û got ku ew aşityê dixwazin lê polîs çi dixwazin? Piştî axaftinê fîlma kurt a bi navê Berf, fîlma Meş pate nîşandan. Piştre jî Ekîba Govendê ya Mîtanniyê govendên Mêrdînê pêşkêş kir.

Nisêbîniyan eleqeyeke mezin nîşanî şahiyê dan û bi sedan kesên weke MEYADER, KURDÎDER, Cîgirên Şaredara Nisêbînê Ayhan Dogan, Ahmet Dînç, Şaredarê Girêmîra Omer Altun, KESK, Odeya Esnafan û keyayên taxan jî di nav de beşdarî şahiyê bûn.

Di bernameya şahiyê de îro fîlam kurt a bi navê Deng û belgefîlma "Dayê Dibe Aştî" dê bên nîşandan. DÎHA (sa)


Bêjeyên Miftehî