500 girtî dikevin greva birçîbûnê
Li 14 girtîgehan 500 girtî dikevin greva birçîbûnê
Girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyê diyar kirin ku 1'ê Nîsanê li 14 girtigehan 500 girtî û hikûmxwar tevlî greva birçîbûnê dibin. Girtiyan gotin; mirin jî hebe em ê paşve gav neavêjin.
Girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyê li ser çalakiya xwe ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniya bi îmzeya Denîz Kaya hat weşandin de hat gotin; "Li dijî hemû êrîş, pêkûtî û polîtîkayên komkujiyê Gelê me daket qadan û sekna xwe nîşan da. Em berxwedana gelê xwe jidil û can silav dikin û şehîdê xwe yê Newrozê Haci Zengîn bi hurmet bibîr tînin."
500 girtiyên din dikevin greva birçîbûnê
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 15'yê Sibatê û pê de li gelek girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê destpê kir. 1'ê Nîsanê û pê de jî li girtîgehên Mûş, Wan, Rîze, Oltu, Trabzon, Gîresun, Gumuşhane, Bartin, Amasya, Tokat, Kastamonu, Samsun Bafra, Ordu û Erziromê 500 girtî û hikûmxwarên din jî tevlî vê çalakiyê dê bibin. Em ji vê derê bang li nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan û partiyên siyasî dikin; li girtîgeha Osmaniyê leşker û gardiyanan êrîşî hevalên me kirine û bi dehan hevalên me bi birîndarî avêtine hucreyan. Hevalên me yên birîndar nehatine dermankirin. Tu pêdiviyên wan nayên pêkanîn. Divê demildest li girtîgeha Osmaniyê lêkolîn bên kirin û hewldanên bidawîkirina van pêkanînan destpê bike. Hevalên me di nava xetereyan de ne. Vê qîrîna me bibihîzin. Ev 42 roj in hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Rewşa tenduristiya wan her ku diçe giran dibe."
'Tu hêz dê nekaribin bi me paşve gav bide avêtin'
Di berdewama daxuyaniyê de ev hevok hatin rêzkirin: "Me beriya niha jî diyar kir, em dûbare dikin. Em naxwazin kesek bê û ji me re bibêje çalakiya xwe bidawî bikin. Di vê mijarê de mûxatabê me Serokatiya me û Tevgera me ye"
(ak)
