1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 50 Xelatgirên Nobelê bang li Tirkiyeyê kirin
50 Xelatgirên Nobelê bang li Tirkiyeyê kirin,50,xelatgirên,nobelê,bang,li,tirkiyeyê,kirin

50 Xelatgirên Nobelê bang li Tirkiyeyê kirin

50 Xelatgirên Nobelê, di mijara binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn de banga lezgîn li dewleta Tirk kirin

A+ A-

Bi navê 50 Xelatgirên Nobelê, Adolfo Pêrez Esqûîvel ku sala 1980'î Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt, daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Leyla Guven û çalakgerên din ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan û girtiyên din ên siyasî daxwazên însanî dikin û bi vê armancê ketine greva birçîbûnê. Ji bo min cihê rûmetê ye ku fikarên 50 Xelatgirên Nobelê yên li ser rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û yên din ji we re ragihînim. Banga me ya hevpar li jêrê ye.

Bi rengekî lezgîn bang li hikumeta we dikim, ku ji bo rawestandina binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn, gavên lezgîn biavêjin. Hikumeta Tirkiyeyê, mîna hikumetên din xwedî wê berpirsyariyê ye ku mafê mirovan hemûyan nexasim mafê jiyan û rûmeta mirovên girtî biparêze.

Ji ber baldariya we, spasiya we dikin. Ji ber ku berdana Leyla Guven a bi kêfî hatibû girtin, hêz û cesaret da me. Lê belê ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya wê û yên din bi ser bikeve, em hîn jî di nava alarmê de ne. Lewma em dixwazin li ser kar û hewldanên we yên di vî warî de bibin xwedî agahî."

Xelatgirên Nobelê beriya niha ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bang kiribûn.

Di bangawaziyê de hatibû gotin, "Em, Xelatgirên Nobelê yên ji beşên cuda bang li hikumeta Tirk û civaka navneteweyî dikin, ku di vê kêliya jiyanî de ji bo bidawîbûna tecrîda hucreyê ya li Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê tê ferzkirin, bang dikin ku bi lezgînî tedbîr werin girtin.

Li gel vê bangê, em piştgiriyê didin parlamentera Kurd Leyla Guven û bi sedan çalakgerên greva birçîbûnê ku bi heman daxwazê di grevê de ne û rewşa wan metirsîdar e."

Xelatgirên ku mohra xwe danîne binê bangawaziyê:

Adolfo Pérez Esquivel, Argentina. Nobel Peace Prize Laureate 1980 – Betty Williams, Northern Ireland. Nobel Peace Prize Laureate 1976 - Desmond Tutu, South Africa. Nobel Peace Prize Laureate 1984 - F. W. De Klerk, South Africa. Nobel Peace Prize Laureate 1993 - Jody Williams, United States. Nobel Peace Prize Laureate 1997 - José Ramos-Horta, East Timor. Nobel Peace Prize Laureate 1996 - Leymah Roberta Gbowee, Liberia. Nobel Peace Prize Laureate 2011 - Mairead Corrigan Maguire, Northern Ireland. Nobel Peace Prize Laureate 1976 - Oscar Arias, Costa Rica. Nobel Peace Prize Laureate 1987 - Shirin Ebadi, Iran. Nobel Peace Prize Laureate 2003.

Dudley R. Herschbach, United States. Nobel Laureate in Chemistry 1986 - Elias James Corey, United States, Nobel Laureate in Chemistry1990 - Gerhard Ertl, Germany. Nobel Laureate in Chemistry2007 - Joachim Frank, Germany / U.S. Nobel Laureate in Chemistry2017 - John C. Polanyi, Canada. Nobel Laureate in Chemistry1986 - Kary B. Mullis, United States. Nobel Laureate in Chemistry1993 - Richard Henderson, Great Britain. Nobel Laureate in Chemistry2017 - Robert H. Grubbs, United States. Nobel Laureate in Chemistry2005 - Roger D. Kornberg, United States. Nobel Laureate in Chemistry2006 - Thomas R. Cech, United States. Nobel Laureate in Chemistry1989 - Walter Gilbert, United States. Nobel Laureate in Chemistry1980 - Yuan T. Lee, Taiwan. Nobel Laureate in Chemistry1986.

Edward C. Prescott,United States. Nobel Laureate in Economics 2004 - Eric S. Maskin, United States. Nobel Laureate in Economics2007 - Finn E. Kydland, Norway. Nobel Laureate in Economics 2004 - Oliver Hart, Great Britain. Nobel Laureate in Economics2016.

Alice Munro, Canada. Nobel Laureate in Literature 2013 - Elfriede Jelinek, Austria. Nobel Laureate in Literature 2004 - J. M. Coetzee, South Africa. Nobel Laureate in Literature 2003 - Mario Vargas Llosa, Peru. Nobel Laureate in Literature 2010 – Wole Soyinka, Nigeria. Nobel Laureate in Literature 1986

Carol W. Greider, United States. Nobel Laureate in Medicine 2009 - Edmond H. Fischer, Switzerland / U.S. Nobel Laureate in Medicine1992 - Eric R. Kandel, Austria. Nobel Laureate in Medicine2000 - Erwin Neher, Germany. Nobel Laureate in Medicine1991 - J. Robin Warren, Australia. Nobel Laureate in Medicine2005 - Jack W. Szostak, Great Britain. Nobel Laureate in Medicine2009 - Leland H. Hartwell, United States. Nobel Laureate in Medicine2001 - Louis J. Ignarro, United States. Nobel Laureate in Medicine1998 - Sir Richard J. Roberts, Great Britain. Nobel Laureate in Medicine1993 - Sydney Brenner, South Africa. Nobel Laureate in Medicine2002 - Thomas C. Sudhof, Germany / U.S. Nobel Laureate in Medicine2013 - Tim Hunt, Great Britain. Nobel Laureate in Medicine2001 - Torsten N. Wiesel, Sweden. Nobel Laureate in Medicine 1981.

Anthony J. Leggett, Great Britain. Nobel Laureate in Physics 2003 –Gérard Morou, France. Nobel Laureate in Physics 2018 - Kip Stephen Thorne, United States. Nobel Laureate in Physics2017 - Sheldon Glashow, United States. Nobel Laureate in Physics1979 - Steven Weinberg,United States. Nobel Laureate in Physics1979 - William D. Phillips,United States. Nobel Laureate in Physics1997.

ANF