1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. 54 penaberan jiyana xwe ji dest dan
54 penaberan jiyana xwe ji dest dan,54,penaberan,jiyana,xwe,ji,dest,dan

54 penaberan jiyana xwe ji dest dan

Trajediya mezin: 54 penaberan jiyana xwe ji dest dan

A+ A-

Ji 55 penaberên ji Lîbyayê diçûn Îtalyayê di botekê de ji ber germ û bêaviyê 54 penaberan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya di çapemeniya Îtalyayê de derket, penaberê li Tunusê rakirin nexweşxaneyê tiştên vegotin li hemerêma Sicîlyayê ya Deryaya Sipî trajediyeke gelek mezin pêk hat. Di dawiya hezîranê de ji Paytexta Trablusê ya Lîbyayê 55 penaber ên pirsan ji Erître û Somalî di botekê de jê 54 kes ji ber hîpodermî û bêaviyê jiyana xwe ji dest dan. Hate gotin ku tene yek di botê de sax ma û ew ji ji aliyê yekîneyên Ewlehiyê yên Tunusê ve hate xelaskirin.

Li gorî gotinên penaberê di botê de xelas bû; penaberên ber bi Îtalyayê ve diçûn ava wan a vexwarinê tunebû û ji ber germê û şertên rêvîngiyê penaber yek yek jiyana xwe ji dest dan. Piştî penaber tiştên pêk hatin ji rayedarên Komîsertiya Bilind a Penaberên a Neteweyên Yekbûyî re gotin bûyer derket holê.

Komîserê NY'ê T. Alexander Aleînîkoff, têkildarî mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku tiştên pêk hatin "trajedî" ye. Aleînîkoff, bang li kaptanên kêştiyên li Deryaya Sipî diçin kir ku alîkariyê bidin penaberan. Wezîr Entegrasyon û Yekîtiya Naveneteweyî ya Îtalyayê Andrea Rîccardî jî di daxuyaniyek da û diyar kir ku li Deryaya Sipî trajediyeke mezin pêk hat û wiha got: "Welatên Ewropayê û welatên sînorê wan li ser Deryaya Sipî divê piştî bihara ereban bi hikûmetên hatin avakirin re têkildarî mijarê de diyalog û polîtîkayên hevkariyê pêk bînin."

Di nava salekê de ji Lîbyayê hezar û 300 penaber gihiştin Îtalyayê û li gel vê yekê 170 penaberan jî jiyana xwe ji dest da.

(bd/mae)