1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 581 xwendekar ji Zanîngeha Rojava der çûn
581 xwendekar ji Zanîngeha Rojava der çûn,581,xwendekar,ji,zanîngeha,rojava,der,çûn

581 xwendekar ji Zanîngeha Rojava der çûn

Ji bo 581 xwendekarên ji Zanîngeha Rojava der çûne, merasîmek hate lidarxistin

A+ A-

ANF /Zanîngeha Rojava ji bo derçûna 581 xwendekarên salên 2018, 2019, 2020 û 2021'an şahiyek li stada Kilasîko ya li bajarê Qamişlo li dar xist. Bi sedan xwendekar û malbatên xwe, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî beşdarî şahiyê bûn.

Hevserokê Zanîngeha Rojava Ebdulîlah El-Mistefa ev roj wekî rojeke dîrokî bi nav kir û got: "Pêwîstiya civakê weke pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan bi guhertina hişmendiya desthildar heye û tecrûbeyên cîhanî yên ji bo guhertinê gelek hene."

El-Mistefa da xuyakirin ku guhertin demek dirêj divê da ku bighêje armanca xwe û bi çûyîna nifşan guhertin tê çêkirin û wiha got: “Xwendekarên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dergehên wan guhertinan e, ked û xwîna şehîdên me nîşana guhertinê ne. Divê em li hember vê yekê kar û xebatên xwe hîn xurtir bikin, em xwedî li mafê xwe derkevin û fêrî azadiyê bibin.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cûzêf Lehdo jî got: "Dijminên me gotin zanîngehên Rêveberiya Xweser ti carî bi ser nakevin, lê bi saya kadroyên zanîngehê û keda şehîdan me karî serkeftinê pêk bînin."

Cûzêf Lehdo da xuyakirin ku kadroyên Zanîngeha Rojava bi israr di rewşên dorpêçkirinê, şerê taybet, gef û êrişan li dijî herêman de karê xwe dewam kirin û wiha ji xwendekaran re got: “Karê we şerê li hemberî fikirê terorê û nijîadperesetiyê ye.”

Paşê Berdevka Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava Selwa Ebûd jî axivî û wiha got: “Tevî êrişên li ser herêmê xwendekarên mîna Efrînê berî xwe dan bajarê Qamişlo da ku xwendina xwe temam bikin. Xwendekarên me li beramberî planên dijminan li ber xwe dan. Em vê rojê li malbatên şehîdan û Kurdistanê bi giştî pîroz dikin.”

Her wiha di şahiya derçûnê de Hevseroka Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rohan Mistefa axivî û diyar kir ku ev roj ji wan re rojeke pîroz e, piştî xebateke mezin em niha li hev kom dibin û wiha got: “Ked xwendekar û kadroyên me ti carî nayê jibîrkirin.”

Piştî axaftinan 581 xwendekar di heman demê de 24 xwendekarên Akademiya Mezopotamiyayê derçûn. Xwendekarên fakulteya wêje û zanistên civakî (beşa Jineolojî, wêjeya Kurdî, huner werger), fakulteya endezyariya çandiniyê, fakulteya petrol û petrokîmya (beşa betrokîmya û petrol), fakulteya zanistên perwerdehiyê (beşa bîrkarî, fîzîk, kîmya, zindînasî, dîrok, erdnîgarî, mamosteya refê), peymangeha darayî û peymangeha avakirinê mezûn bûn.

Bawernameyên xwendekaran ji aliyê nûner û mamosteyan wan ve radestî wan bûn.

Di şahiyê de xwendekar li ber stranên hunermend Osman Faris govend gerandin. Di dawiyê de xwendekar çûn serdana Şehîd Delîl Sarûxan.