1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 5. Konferansa Çand û Hunerê a Mexmûrê dest pê kir
5. Konferansa Çand û Hunerê a Mexmûrê dest pê kir,5,konferansa,çand,û,hunerê,a,mexmûrê,dest,pê,kir

5. Konferansa Çand û Hunerê a Mexmûrê dest pê kir

A+ A-

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi diruşmeya ‘Rabe ser xwe, çanda xwe ya resen bi parêze, faşîzmê têk bibe’ 5’emîn konferansa Çand û Hûnerê a Mexmûrê destpêkir.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi diruşmeya ‘Rabe ser xwe, çanda xwe ya resen bi parêze û faşîzmê têk bibe’ 5’emîn konferansa Çand û Hûnerê a mexmûrê destpêkir. Konfersan Çand û Hûnerê a Mexmûr bi beşdarbûna 100 delegeyan û bi deqeyekê rêzgirtin li ser giyanê tevahiya şehîdên azadiya Kurdistanê destpêkir.

Piştî deqeyek rêzgirtin axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Budak ve hat kirin.

Filîz Bûdak destpêkê 5’emîn Konferansa Çand û Hûnerê li Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, delege û tevahî mêhavanên amede pîroz kir û got: “ Ji bo ku em çanda xwe ji alîsîmlasyona faşîst biparêzin, divê ku em bingehê çanda xwe bidin xort kirin. Ji ber ku çand bingehê civaka demokratîke, ger ku çanda me bê tune kirin ev tê wê wateyê nasname, dîrok û hebûna ku mirovahiyê dayî avakirin tê winda kirin. Ji bo vê yekê jî divê ku em beriya her tiştî ji hemû êrişên ku li ser çanda me de tên bi parastinekî civakî û xwezayî xwedî li çanda xwe derkevin.”

Budak axaftina xwe wiha bi dawî kir û got: “ Em dubare Konferansa Çand û Hûnerê a Mexmûrê li tevahî mêhvan, delege û şagirtinên şehîdên çandê pîroz dikin. Em hêvîdarin ku ev konferans bibe wesîleya parastina çanda xwezayî ji hemû êrişên faşîstan û bibe wesîleya azadiya tevahî nirxên çandî yên gelê Kurd.”

Konferans bi xwendina perspektîf û rewşa siyasî dewam dike. Tê payîn konferans 2 rojand ewam bike.

undefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefined