1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 5 daxwazên çareseriyê
5 daxwazên çareseriyê,5,daxwazên,çareseriyê

5 daxwazên çareseriyê

A+ A-

Meş û nerazîbûnên li Silyêmaniyên û derdorên din didomin. Endamên Meclîsa Bajar a Silêmaniyê, daxuyaniya nivîskî da û anî ziman ku endamên meclisa jî tevlî rêfên meşvanan bûne.

Endamên Meclîsa Walitîya Silêmaniyê, duh civînek awarte ya endamên meclîsê pêk anî. Endamên Meclîsa Wealiyeta Silêmaniyê biryar da ku ew jî tevlî meş û nerazîbûnên gel bibin. Endamên meclîsê xwe daxwazên xwe rêz kirin:

* Bi armanca normalkirina rewşa li Herêmê daxwaz dikin ku ev hêzên li desveyî bajêrê silêmanîyê hatine derdor û nava bajêr derhal ji Silêmaniyê derkevin û vir terk bikin. * Erkê dezgehên asayîş, polîs û hêzên ewlehiyê ye ku dezgehên hikumet, saziyên sivîl, dezgehên çapemaniyê, bîroyên partiyan û meşvanan bi parêzin. Bi hestek neteweyî nêzîkî vê yekê bibin. * Daxwaz ji her aliyekê dikin ku bi awayek berpirsiyarî pêngavên xwe bavêjin û xwe ji şidet û êişran bi dûr bigrin. * Bang li tevahî aliyên siyasî dikin ku deshilat û opozyison jî dinavnde li ser maseyê gotubêj bikin û bernameyek nû ji bo rêvebirina herêmê amade bikin. * Ji dezgehê fermî û yên partiyan jî daxwaz dikin ku bi awayek tenduristî û zagonî digel meşvanan muhawele bikin. Tev şidetek ku li dijî meşvanan, hemwelatî û dezgehên çapemaniyê tê birêvebirin, şermezarbikin. Bila li hemberî her nerazîbûnekê hêzên ewlehiyê dest navêjin şewtandina bîroyên çapemiyê û her dezgeheke din. Lê pêwîste gotubêj û diyalog li hember daxwaziyên gel bidin destpêkirin.”

DÎHA (ssq/mae)


Bêjeyên Miftehî